Min nedît welatek wek welatê xwe

riza colpanGerîyam li cîhan ez welat welat
Min nedît welatek wek welatê xwe
Amed, Cizra Botan tev birc û kelat
Min nedît welatek wek welatê xwe

Dersim, Riha, Mêrdîn, Mahabad, Hewlêr
Warê mêr-mêrxwasan, lana piling, şêr
Li her derê sifir, nift û zîv û zêr
Min nedît welatek wek welatê xwe

Çem kanîyên av-sar, deşt, çîya, zozan
Dîmena gund-goman, gelîya Barzan
Bin holikên çilo raketin razan
Min nedît welatek wek welatê xwe

Iran Kurdistan05Pirr xweş û şîrîn e, çar demên salê
Zivistana sîs-berf ser pişta malê
Nêçîrvanên kewan, li Kûpik, Dalê       (Kûpik gundê min, Dal ê kalikê min)
Min nedît welatek wek welatê xwe

Bîst yekê Adarê cejna Newroz e
Li her derê agir, roja pîroz e
Dirizin, şîn dibin, gîya çirpoz e
Min nedît welatek wek welatê xwe

Dengê pepûk-kewan, bilbil şelûlan
Rengê mexik, beybûn, nêrgiz û gulan
Bîhna wan jîn dide nexweş û kalan
Min nedît welatek wek welatê xwe

Havîna germ xweşik gîşt rez û bostan
Bêhrîvan xwe dikin reng bi reng fîstan
Bihişta Kurdan e, ew erd Kurdistan
Min nedît welatek wek welatê xwe

Kalandina mî û berx û karikan
Guftûgoyên pîran li tev canikan
Lê tama sêv-hêrmî, gîjok, xîlokan?
Min nedît welatek wek welatê xwe

Germika Golanê, lê yên Baxînê?     (ılıcalar)
Bin ezmanê şîn da cîyên evînê
Evîndar li wir in, wek Mem û Zînê
Min nedît welatek wek welatê xwe

Çi bixwazî heye li ser axa wê
Bi hezaran nebat li ser in hevrê
Ji bîrnakim çucar gurzên genim, cê
Min nedît welatek wek welatê xwe

Çîyay Sîpan, Cûdî, Nemrût, Ararat
Çemê Minzûr, Xarçik, Dîjle û Firat
Av-kanîyên Bîngol, zozanên Serhat
Min nedît welatek wek welatê xwe

Welatê min bihişt, lê jîyan doj e
Li ser hêwirîye Roma mêrkuj e
Zilm û zora wê jehr, axû ye, tûj e
Min nedît welatek wek welatê xwe

Çiqas salix bidim dîsa jî kêm e
Histêr çavên min da wek ava çêm e
Digîrim ez her roj dil tijî xem e
Min nedît welatek wek welatê xwe

Şêşt sal hatişn çûn ji welêt dûr im
Dikşînim keserê ez birîn kûr im
Temen bû heftê heşt êdî pîr kal im
Min nedît welatek wek welatê xwe

Riza me dibêjim “Ax li min welat”
Har hovan nehîşt ku Kurd bibin felat
Li Başûrê cîhan derd bûne qat-qat
Min nedît welatek wek welatê xwe.

24-4-2010, Sydney.

About The Author