Aqûbet li travestîyên Kurd be

Belê, di pêncî û nehemîn pêşbirka Eurovîzyonê de hunermenda travestî (nêr û mê) ya Nemsayî (Austurîa) Conchita Wurst bû yekem. Pêşirka Eurovizyonê li Kopenhagen a Danîmarkayê pêk hat û travestîyê germin û nermin Conchita Wurst çi çira teva xist û bû lotikvanê yekem.

ESC2014-Conchita-Wurst-Austria-Eurovision-Song-Contest-20141 Pêşbirka stranan a bi navê Eurovîsyonê ku her sal li welatekî Ewropayê tê lidarxistin, îsal bi beşdarîya hunermendên 37 welatan li paytexta Danîmarka, Kopengahê hat lidarxistin. Her hunermendî/hunermendê çi ji qûnê hat û kir ji bo ku bibe yekem. Lê kesekî zora qûna travestî Conchita Wurst nebir. Xuyaye hem ji pêş û hem ji paş baş xebitîbû.

Hunermenda tiravestî ya Nemsayî  Conchita Wurst (25)  ku wek “Keça bi rîh” bi navûdeng bûye, bi strana “Rise Like A Phonenix”  290 pûan girt. Û gava qezenc kir, hew nemabû ku ji kêfan re bi xwe de birî.

Lê ev lotika Conchita Wurst li xweşîya Serokê Partîya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Jîrînovskî neçû. Jîrînovskî li xwe zor anî ku çawa yekî travestî û qûnek di Erovizyonê de bibe yekem.

Axir, dinya çelqo belqo bûye. Ma helbet di encamê de travestî, qûnek û lezbîyen jî insan in û mafê wan jî heye lotikên germik û nermik bavêjin, ma ew ne ji Eyşika Ereb in.

Ê de aqûbet li travestî û qûnekên Kurdistanê be rebbî!

Înşallah ewê jî rojekê di Erovizyonan de nûnertîya Kurdan bikin..

Kopenhagen

conchita

CONCHITA WURST

 

About The Author