BEDEPE-HEDEPE mejî li me kirin çeqilmast. Êdî em hew zanin kî rast e, kî derew e.
Li gorî nûçeya ku nûçegîhanê rojnameya me Doxînsistîzmê Ednano Da Sîlvaniyo radigihîne, wekîlê BEDEPE-HEDEPÊ Adîl Zozanî gotiye,
„Kemalîzm, piçekî Hîtlerî, piçekî jî Misolînî ye…“
Û Eyselê û Sirrî jî radibin rûdinin pesnê kemalîzmê didin.
Ax Aynûr zalim Aynûr Ax Aynûr bêbav Aynûr Ax Aynûr bêbext Aynûr, zalim Aynûr, bêbav Aynûr… Emînê Erbanî!
Divê bi lezûbez hûn li ser xwelîserîzmê, biborin, li ser kemalîzmê jî stranekê çêbikin, da ku li çalakiyan em li ber bidin lotikan…
Ax Aynûr zalim Aynûr Ax Aynûr bêbav Aynûr Ax Aynûr bêbext Aynûr, zalim Aynûr, bêbav Aynûr…

Axa bûye bostan, em bûne çi nizanim
Berdevkê gelê Kurd dîsa li zirnê xist
Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû