Şehram Nazirî: Efsaneyê Mûzîkê

bdl bsl spizeminEmê di vê nivîsarê de berê xwe bidin jiyana Şehram Nazirî, hûnera wî û serkeftinên cîhanî yên bi dest xwe ve anîne.

Ji ber ku hûnermendê  kurd yê li cîhanê navdar, Şehram Nazirî  di konsertê de strana “Ez Kîrmanşanî me, Farisî nizanim. Bi zimanê kurdî qeziya xwe dibêjim”, “E zarokê kurdim farisî nizanim”, “Kurdistan ger tu nebî mal û jiyana min bo çi ye” got, bû armanc ji bo êrîşên medyaya Îranê.  Berî her tiştî divê em kurd û dostên kurdan, hezkiriyên zimanê kurdî piştevaniya xwe pêşkêş bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Albûma Şehram Nazirî û kurê wî Hafiz Nazirî îsal, 2014’ê li seranserê cîhanê, ji aliyê firotinê ve, ji nav albûmên mûzîka klasîk bû duyemîn. [1]

Bihara 2010’ê nivîsara man a li ser Şehram Nazirî, di kovara Nûbiharê de hatibû weşandin. Û dizwazim dîsa pêşkêşî we xwendevanan bikim:

“Ez şeydayê çanda kurdî me” Şehram Nazirî

“Ez li pêşiyê xwe wekî hûnermend û berdevkê çanda kurdan qebûl dikim. Dûvre jî li ber didim ku Mewlana û Ferdowsî di nav mûzîka Îranê de ji nû ve şîrove bikim”. Şehram Nazirî

„Şehram Nazerî xezîneya çandê ye“ Neteweyên Yekbûyî (UN)&Neteweyên Yekbûyî yên Asyayê.

„Divê Şehram Nazirî li Zansitgehên Emrîka mûsîka xwe pêşkêş bike“ Biryara Parlementoya Emrîka.

„Şehram Nazirî şowalyayê çanda cîhanê ye“ Wezareta Çandê ya Frense

„Ji niha û pêve Şehram Nazirî majorê (mezinê) San Diegoyê ye. Her 25’ê sibatê dê wekî Roja Şehram Nazerî bê pîozkirin“. Waliyê San Diegoyê.

„Şehram Nazirî bilbilê Îranê ye“  Newyork Times

„Şehram Nazirî arşîva mûsîkê ye“ House of Musîc Celebration

„Di dîroka Îranê de mezintirîn hûnermendê mûzîka klasîk û sûfî Şehram Nazirî ye“ Wezareta Çandê ya Îranê.

„Şehram Nazirî pavarottiyê Îranê ye“ Christian Science Monitor

sehram11949’ê li parêzgeha Kîrmanşanê hatiye dinê. Li pêşiyê li ber destê dayik û bavê xwe fêrî mûzîkê dibe. Ji malbata stranbêj…. Belê, şirînekî 8 salî ye û êdî bûye endamê koma mûsîkê. Navê koma wî ya mûsîkê Koma Sufî ye. Di wê komê de xwe pêş dihêxe. Di 11 saliya xwe de li televîzyona îranê bi dengê xwe dilê temaşevanan ber bi bêdawîbûna gerdûnê ve diherikîne. Di heman demî de li ser repertûwara kevneşopiya REDÎFê tê perwerdekirin. Li gel perwerdehiya REDÎFê xwe hînî hûnera TASNÎFê dike.  Bi xweşikiya dengê xwe stranên gelê Kurdistanê û hemî Îranê pêşkêşî cîhanê dike. Hûnera fîlozofê mûsîka me, pêşengê mûsîka caz û hostayê ahenga razdar (mîstîk) Elî Elahî bi şêwaza xwe nûjen dike. Li gel koma Kamkaran ya navdar mîna ava zelal dilê me xweş dike. Çand û hûnera me, kevneşopiya me bi rengê deng û şêwaza xwe dixemilîne. Ji hemî gelên Îranê re jî kaniya hûnerê ye. Pejna Mewlanayî, bangê Ferîdûn Etarî, şarezahiya Hafizê Şîrazî li dilê me direşîne. Lê belê Şehram Nazirî di nav rûpelên hûnera kurd û Îranê de cihekî sereke girtiye.  [2] – [3]

Şehram Nazirî li cîhanê konsêrtan dide. Li Emrîka, Ewropa, Tirkiye, Kurdistan, Japonya, Emrîkaya Latîn, Rûsya û hwd… Şehram li Los Angelesê li şanoya KODAKê di xelatdayîna Nobelê de hûnera xwe pêşkêşî hezkiriyan dike. Wezareta Çandî ya Îranê wî wekî “Hûnermendê baştirîn yê Mûsîka klasîk ya Îranê û Hûnermendê baştirîn yê mûsîka sûfî” dipejirîne. UCLA jî xelatê Efsanehiyê dide Şehram Nazirî.  [2] – [3] – [4]

Li San Diegoyê 25 sibat 2006’ê wekî Majorê San Diago tê pejirandin. Û ew roj ji aliyê walî ve Roja Şehram Nazirî tê diyar kirin û her sal tê pîroz kirin. Kongreya Emrîka biryar dide ku Şehram dê li zanistgehên, Stanford, California, Berkeley, Harward, UCLA û herweke din hûnera xwe bide nasandin û konsertan bide. Wezareta Çandê ya Frense wî Şovalyeyê Çandê destnîşan dike û madalyeyê dide wî.Yekitiya Asya û Neteweyên Yekbûyî (UN) wî wekî Xezîneya Çandê ya Zindî dipejirînin. House of Musîc Celebration bi xelatekê diyar dike ku Şehram Arşîva Mûsîkê yê Zindî ye. Şehram Nazirî, mûsîka Rûmî, hûnera Rojhilat, ahenga Îranê li gel folklora kurdan dipirêje û şêwaza xwe ya taybet hildiberîne. Rojnameya Newyork Times wî wekî “Bilbilê Îranê” pêşkêş dike. Christian Science Monitor jî wekî“Pawarotiyê Îranê” dide nasandin.BBC’yê jî li ser hûnera wî ya nimûne bernameyeka taybet pêşkêşî cîhanê kiriye. [2]-[3]-[4]-[5]-[6]

Lê belê Şehram Nazirî jî ji aliyê hûnermendên pir hêja ve bi ava hûnera gerdûnî hatiye avdan. Mamosteyên wî ev in; Ostadên mûsîka klasîk û pisporên teknîka vokalê: Evdila Dewamî, Ebulelî Wezîrî, Nurelî Buroumand, Mehmud Kerîmî. Ostadên setar û mûsîkjen: Ehmed Ebadî, Bîgceh Xanî, Celal Zûlfûnon… Lê mamosteyê wî yê herî bibandor, hûnermendê mezin Mihemed Riza Şeceryan e. Kesê Şehram mîna hûnera sereke ji nû ve hilberandiye rêzdar Şeceryan e. Pêşengê mûsîka sûfî Şeceryan berê Nazirî dide Sûfîzmê. Êdî ew bi xwe bi vî rengî berhemên nû hildiberîne. Rûbaî û dîwana Mewlana Celaledînê Rûmî nûjîn dike.Di heman demî de hostayê setarê ye. [7]

sehram2

Şehram dibêje “Warê min yê îlhamê ye Kîrmanşan”. Û wiha dewam dike: “Dema ez zarok, bavê min hozan bû û ehlê dergaha terîqetê bû. Lewma Mesnewiya Mewlanayî baş dizanî û dixwend. Diya min ne xwende bû. Lê çanda wê ya devkî pir zengîn bû. Her dem ji min re beytên Mewlanayî digotin. Ez di malbateka wiha de jiyame”. Wê demê li Îranê Tambûr enstrûmana kurdên YARÎSAN (Ehlî Heq) e. Ji bilî wan kurdan, cîvatên din li tambûrê nadin. Şehram tambûrê li hemû Îranê belav dike. Bi tambûrê mûsîka klasîk ya gelên Îranî hildiberîne. Divê bê zanîn ku Ehlî Heq ango yarîsaniyetî, êzidiyetî û elewiyetî mîna sê mezhebên dînekê nêzî hev in. Û ji yek kaniyê ne. Dema vehûnandina mûzîkên Mewlewî dike gelek li NEYê nade. Dibêje; ez li şûna neya enstrûman dengê xwe yê zindî bikar tînim. Tê zanîn ku NEY lêdara Mewlewiyan ya herî giring e. Şehram Nazirî diyar dike ku Mewlana xwedan felsefeyeka bi coş û heyecan e. Di mirinê de jî çoşeke xweş dibîne. Şeva mirinê şeva dîlan û govendê ye. Lewma Şehram bi mûsîka xwe dilên me bi coş dike.[8] Dibêje li Tirkiye hûnera Mewlewiyan çewt tê hilberandin. Bi rastî jî tirk, mûzîka Mewlewiyan wekî xemgîniyê pêşkêş dikin û dilan têxin deryaya qehr û kulan. Berevajî vê di hûnera Mewlewiyan de coş heye. Di nav taritiyê de ronahî, ji bo mirinê şahî…

Me diyar kiribû ku Şahram Nazirî ji malbateke stranbêj e. Kurê wî Hafiz Nazirî jî mûsîkjen e. Hafiz aranjorê mûzîka bavê xwe ye. Sala 2000’ê li Îranê bav û kur konsertekê didin. Di rojhilata navînde yekem car bû ku ewqas zêde mirov diçin konserta hûnermendekê. 140 hezar hezkiriyên wî li konserê bi hûnera wî bi çoş dibûn. Piştre Ciwan Haco li konserta Batmanê konserteka mezintir dide.

Dema ji Şehram Nazirî re gotine “Gava tu li çiyayên Kîrmanşanê dinêrî tu çi dibînê, tu xwe çawa dibînê?” wiha bersivê dide:

Ez xwe wekî berdevk û şîrovekarê kevneşopiya paktirîn, resentirîn û hîç xerab nebûye dibînim. Ji ber ku kurdên Îranê, efsaneyên xwe, kevneşopiya xwe, çanda xwe baş parastine. Ya ez dikim; wê çanda kurdan di nav mûsîka Îranê de bi hemî zengîniya xwe li ser piya hiştin e. Ez li pêşiyê xwe wekî hûnermendê berdevk ê çanda kurdan qebûl dikim. Dûvre jî li ber didim ku Mewlana û Ferdowsî di nav mûsîka Îranê de ji nû ve şîrove bikim. Taybetiya mûsîka min ev e; ji çanda kurd ya ji min re mîrate maye û helbesta Mewlanayî pêk tê.

Çavkanî:

[1] http://www.basnews.com/tr/News/Details/Nazeri-nin-albumu-dunyada-ikinci-sirada/18258 (Tirkî)
[2]http://fa.wikipedia.org/wiki/شهرام_ناظری(Farisî)
[3]http://www.iranhmusic.com/article.aspx?id=1088 (Farisî)
[4] http://www.bbc.co.uk/persian/arts/story/2007/09/0709 28_mf_bb_nazeri.shtml (Farisî)
[5]http://english.farsnews.com/newstext.php?nn=8607080468 (Ingilîzî)[6]http://www.tehrantimes.com/index_View.asp?code=153959 (Ingilîzî)[7]http://en.wikipedia.org/wiki/Shahram_Nazeri (Ingilîzî)
[8]http://www.habitat.org.tr/index.php?option=com_content&view=article&id=301:sehramnazeri3&catid=80:kultursanat&Itemid=92 (Tirkî, Hevpeyvîn)
Agahî: Ji bo ku hûn di înternetê de guh bidin stranan, navê wî wiha binivîsin: Shahram Nazeri, Şehram Nazirî, Şehram Nazeri

Xendan

About The Author