Melîke xanim poşman kirin

Belê, pêşmergeyên qehreman îro li dijî dolheram û  olheramên DAÎŞ ê şerekî dijwar didin û qûşê li wan diqetînin. Ji bo ku moralê pêşmerge bilindtir bike û xirrê wan mezintir bike, helbestvana Amagîzî-Marokanî xanim Melîke Mîzan, xwestibû piştgirîyê bide pêşmergeyên Kurd.

Piştgirîyek çawa û bi çi?

Ne bi çek û cebilxaneyan loooooo, na!

Bi bedena xwe û bi bombeya nav şeqê xwe.

Melîke xanim a germik û nermik gotibû: “ Ji ber ku pêşmerge li dijî qûnekên DAÎŞ ê şer dike û fedakarîyek mezin dike, ez bi hemû bedena xwe amademe ligel pêşmerge bikevim pêwendîyên cinsî“.

melike mizan Kopie

Yanî, çawa ku hinek jinên oldar ên çarçefkirî bi minasebeta „cîhad“ ê xwe pêşkêşî endamên terorîst ên DAÎŞ ê kirin û bi hezaran kîrên DAÎŞ ê xistin xwe, Melîka me jî xwest qencî û xêrekê bi pêşmerge bike û di şer de piştgirîya wan bike.

Êêêêêêê, ma Kurd ji qencîyê fêhm dikin babam?

Kurdan çi kir?

Rabûn di Fesadbokê de rexne li Melîke xanimê girtin û gotinên wê wek „heqareta li pêşmerge“ manîdar kirin.

Kuro oxlim, hey bêaqilino, xanimê dixwaze wek piştgirî bedena xwe pêşkêşî pêşmergeyan bike û wan di şer de bê nîhandin nehêle, ma ev heqaret e law!

Temam me fêhm kir, em zanin ku pêşmerge her roj dinihê qûna DAÎŞ ê, ma ku bedenek germik û nermik, xanimek şekirlêvî jî li ber destê wan here û bê, ne çêtire? Ma hema bi nîhandina qûnekên DAÎŞ ê pêşmerge têr dixwe oxlim!

Werhasil, xanima germik û nermik  li hember rexneyên Kurdan debar nekiriye, li gotinên xwe poşman bûye, lêborîna xwe ji pêşmerge xwestiye û gotiye: “ Ez bi xiyarê nav şeqê we kim, mebesta min ew bû ku ez bi awayekî şaîrane hestên xwe tev li hestên we bikim û berxwedana we ya li dijî hovîtîyên qûnekên DAÎŞ ê pîroz bikim.
Lê hinek ehmeq dibînin ku ew gotinên min  ji bo pêşmerge neheqî û heqaretek bû. Çima ku xwedêgiravî bawerîya pêşmerge ji hemû daxwazên cinsî mezintir e.
Ez rica dikim hûn lêborîna min qebûl bikin û silav û rêz û hurmetên min ji we re hene ,xwedê bi we re be…“ filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim, Kurdên ku „aqilê wan di serê kîrê wan de ye û welatê xwe li ser kîrê xwe kirine“ (mebesta min gelemperîya Kurdan e), îro radibin kîrê xwe kelemçe dikin û piştgirîya xanimek wek Melîke Mîzan qebûl nakin.

Ecêb e…

Gelo wê qiyamet rabe çi ye…

Kurd û ji quzan hez nekin!?

Stenbol

About The Author