Di salên 1930 ta 1940’an Frensî li Rojavayê Kurdistanê bûn. Li ser pêşneyara Frensiyan, Haco li gel eşîretên Kurd û Fileyên herêma Cizîrê dest bi xebatekê kiribûn. Armanc kontrolkirina herêma cizîrê û pêkanîna idareyek Kurdî bû.
Li beramber vê xebatê hinek eşîrên ji kurdayetiyê dûr ligel eşîrên şemeran ên ereb bûn yek û cihe xwe li ba hikûmeta Suriyê girtin û gotin, „em nahêlin Hacoyê kumikser bibe mezinê me Kurdan“.
Mezintiya Hacoyê kumikser nexwestin, lê bûn nokerên ereban.
Belê, niha jî dîrok xwe dubare dike.
Piştî serkeftina hêzên Pêşmerge li Şingalê, çend serkirdeyên PKK wek Duran Kalkan û „Jokerê“ wan Selahedîn Demirtaş daxuyaniyên “balkêş“ dan raya giştî. Selahedîn efendî naxwaze Şengal vegere ser herêma Kurdistan.
Li gorî wî vegera Şingalê li ser herêma Kurdistanê bi xwe re wê çend rîzîkoyan bîne. Piştî wî Duran Kalkan jî kerem kir û vêcarê ne tenê Şingal xwest Kerkûk jî bibe xwedî statûyek taybet. Ma Cemîl Bayîk ji vê semfoniyê bêpar dimîne?
Wî jî destnîşan kir ku perçebûna Îraqê cihê metirsiyê ye.
Ji xwe pêwîst nake mirov li ser Gotinên Mustafa Karasu raweste, ew tiştên pûç, betal, virt û vala ne!
Berî nuha bi demeke kurt, nêzîkbûn û yekrêziya hêzên Kurdî bûn hêviya hemû Kurdan û di vî warî de gavên erênî hatin avêtin. Ji bona wê yekê, divê mirov hesasiyeta rewşê bîne ber cavên xwe û ziyanê neghîne yekrêziya Kurdan.
Lê diyar e yekrêzî û berjewendiyên Kurdan ji bo hinek kesan ne ewqas girîng e.
Daxwuyaniyên caran dubare dikin û bi zanebûn astengiyan ji bo pêşketina Kurdan peyda dikin. Ji bo berjewendiyên rêxistinî rê li mafên rewa yên miletê Kurd digrin.
Loma divê mirov vê rezaletê bi dengekî bilind şermezar bike.
Kî ye bi salan li dijî percebûna Îraqê disekine ?
Kî naxwaze xala 140 bi cî bibe ?
Kî nahêle Şingal, Kerkûk, Xaneqîn û deverên din vegerin ser herêma Kurdistanê ?
Qet pêwîst nake mirov navê wan rêz bike, lê dijminên Kurdan nahêlin.
Û niha, yanî di demekê de, ku Kurd roj bi roj pêş dikevin hûn dikevin nav koroya dijminên Kurdan û gotinên wan dubare dikin.
Armanca we diyar e.
Kurdistan çêdibe, lê ne bi destê we, loma divê hûn pêşî lê bigrin.
Hemû derd û kulên we gelek zelal in.
Eger hûn bizanibin, ku Kurdistan bi destên we dibe dewlet, hunê ji me hemiyan zêdetir behsa serxwebûnê bikin.
Hûn naxwazin bibînin çawa „Feodalek“ dibe serokê hemu Kurdistanê. We rê li ber Hacoyê Kumikser girt, lê hunê nekaribin rê li hêza Kurdistanî bigrin.
Di demekê de ku tevaya cîhana medenî bûye dost û alikarê Kurdan, ku şansê serxwebûna Kurdan ji her demî zêdetir bûye, hûn beşdarî koroya dijminan dibin. Heyf û mexabin!
Li beramber vê helwestê diyaloga Papaganê Kurd ligel kabrayek Ereb tê bîra mirov.
Erebekî ji Mûsilê Papaganekî dikire.
Her carê ku Ereb dixwaze Papaganê fêrî erebiyê bike, Papagan dibêje, „Bijî Kurdistan“.
Ereb aciz dibe û li ser her cara ku papagan dibêje „Bijî Kurdistan“ pirtikekî ji Papagan dikşîne.
Rojek tê papaganê me rût û tazî dibe.
Xwediyê wî yê Ereb dixwaze Papaganê bide Kurdekî,
Kurd dibêje, „ez çi bikim ji vî Papaganê bêmerêz, vî teyrikê tazî, qet pirtikek li ser nemaye“
Papagan lê vedigere û dibêje, „De were ji vî ….re Kurdayetiyê bike“
Vêca de were ji Selahaddin, Duran û Cemil re kurdayetiyê bike!
Baweriyên ji hev dûr wê tim hebin, wek hemû derên cîhanê. Almanya ji aliyê aborî û siyasî ve bandora xwe li seranserê cîhanê heye. Li gel vê rastiyê kevne stalinistên ji Almanya Rojhilat berî çend rojan li Dresden bi Pankartên „Putîn me rizgar bike!“ meşiyan.
Kevnestalinistên me jî hene û wê tim û tim bibin asteng di prosedûra serxwebûna Kurdistanê de.
Lê baştirîn bersiv wê ji aliyê şervan û welatparêzên PKK ve bê dayîn. Ew militanên ku 30 sal in ji bo serxwebûna miletê xwe şer dikin bi gotinên erzan ên çend serkirdeyan neyên xapandin.
Serkeftin her bo Kurd û Kurdistan dibe,
Kî ci dibêje bila bêje, Karwan birêve diçe…..
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye