Qantiran firar kir, operasyon di rojevê de ye

Li Geverê (girêdayî Colemêrgê ye) Kurdên reben qaçaxa mazotê dikin. Bi hesp û qantiran diçin Îranê, bîdonên mazotê li qantiran bar dikin, tînin bakurê Kurdistanê difiroşin û debara mala xwe û zarokên xwe pê dikin.

kesp kenAxir, di operasyonek leşkerên Tirko de ew qaçaxçî tên girtin û leşkerên virqo dest datînin ser 97 hesp û qantirên Kurd, wan di axurê hepsê de girêdidin. Yanî, wan davêjin zindanê. Piştî demekê, ew 97 hesp û qantirên Kurd şêwr û mişêwrê dikin û biryara rev û firarê didin. Di encama berxwedanek mezin de, ew 97 qantirên welatparêz ji zindanê firar dikin, sînoran diçirînin û derbasî rojhilatê Kurdistanê, ango nav axa Îranê dibin. Li gor Komela Hesp û Qantirên Îranê radigihîne, wan 97 hesp û qantiran doza penaberîyê li rejîma Tehranê kirine û dixwazin wek „hesp û qantirên siyasî“ mafê wan bê qebûlkirin û pasaportê bistînin.

Piştî firarkirina 97 hesp û qantirên Kurd, artêşa Tirko rabûye ser tapana û wan hesp û qantirên welatparêz ji rejîma Îranê paşde dixwaze. Li gor tê gotin, firarkirina qantirên Kurd qrîz û nakokîyek mezin di navbera dewleta Tirko û rejîma sofîkên Îranê de derxistiye û rewş hatiye wê astê ku dewleta Tirk dixwaze bi operasyonek hewayî û bejayî wan qantirên terorîst û netewperestên Kurd ji Îranê bistîne, wan derxîne pêşberî dadgehê û cezayên mezin bide wan.

Werhasilî kelam, operasyona ser Îranê û girtina 97 qantirên terorîst niha di rojeva meclîsa Tirko de ye. Heke emrê operasyonê ji meclîsa virqo derkeve, wê şerek ji şerê Kurd û qûnekên DAÎŞê mezintir dest pê bike. Li gor qantirên me yên sîxur dibêjin, ew 97 hesp û qantirên welatparêz xwe bi rext û fîşekan pêçane, keleşkof û mîtralyozên xwe amade kirine û li benda destpêkirina şer in.

Ê de rebbê alemê hêz û qiwetê bide qantirên Kurd rebbî!

Li gor sîxurên Lotikxanê dibêjin, komîteya dîplomasîyê ya wan 97 qantiran  berê xwe dane Amerîka û Ewrûpayê da ku fûze û bombeyên li dijî tanq û firokeyan peyda bikin.

Ê de ya bi xêr…

Bijî berxwedana hesp û qantirên Kurdistanê!

Mahabad

qantir Kopie

About The Author