Zaravayê Perwînkî li Kurdan pîroz be!

Belê, çi hikmet be peyamên başqan Ocalan her bi Perwîn Bûldan a Kurdînezan didin xwendin. Tu dibê qey di nav HDP û KCK de Kurdîzan tunene, tenê Perwînka me Kurdî zane bixwîne. Perwînka me hem xwe rezîl dike, hem Kurmancî rezîl û riswa dike, hem jî bi Kurmancîya xwe  (a modern û bilind) Ocalan û peyamên wî diherimîne û pêde dirî.

 

Axir…

Li gor fitne û fesad dibêjin, dibêjin xwedêgiravî HDP dixwaze bi rêya Perwîn Bûldanka me zaravayekî nû, zaravayê „Perwînkî“ li zimanê Kurdî zêde bike. Çima? Ji bo ku ew çend kesên di nava HDP û KCK de Kurdî zanin û Kurdîhez in jî asîmîle bikin û Kurmancî li ber çavê wan reş bikin. Çawa ku dixwazin Kurdan bi Tirkîyê û Kemalîzmê ve pîne bikin, dixwazin zimanê Kurdîhezan jêkin û zimanê Tirkî û Tirkmancî têxin devê Kurdên xwelîser.

Werhasilî kelam, ê de zaravayê Perwînkî li Kuran pîroz be rebbî!

Amed

About The Author

5 thoughts on “Zaravayê Perwînkî li Kurdan pîroz be!

  1. Lotikno ne “başqan“ bibêjin “Serok“ u ne “Hem“ bibêjin “him“ ne “werhasilî kelam“ Bibêjin “gotina me ewe ku“ hûn berê li xwe binêrin paşê li perwînê heneka bikin 😉

  2. Kekê Rênas te fêm nekiriye çima Lotikxane gotina basqan dibêje, ew gotina basqan bi awayek îronîk (tinaz) tê gotin û wekî din gotina hem û him bi herdu awayan tê gotin. Lotikxane hebûna kurd kurdî û kurdîstanê diparêze . Her bijî Lotikxane

  3. BELÊ,

    MIN BERSIVA ÇEND PIRSAN HETA NIHA NEZANIYE?

    1)GAVA DIBÊJIN: DI NAVBERA MIN Û TE DE BIMÎNE.EZ NIZANIM DI KÎ DERA ME DE BIMÎNE?
    2)GAVA KAREBA/CEREYA DIÇE/QUT DIBE, DIÇE KUR Û DI KU DE QUT DIBE?
    3)GAVA DIBÊJIN: HERE BIGRE RAZÊ,RASTÎ KÎ DERÊ BIGRIM AN ÇI BIGRIM?
    4)GAVA DIBÊJIN: MAR RAST DIÇE KUNA XWE.EGER KUNA MAR XWAR BE,DÊ ÇAWA RAST BIÇE KUNA XWE?
    5)GELO EM DIKARIN LI SER MASEYA FIRAVÎNXWARINÊ,ŞÎVÊ JÎ BIXWIN?
    .
    .
    .
    .
    6)GELO DI NAV KURDÊN BAKÛR DE , YA HERÎ KURDÎZAN ,XANIM PERVÎN BOLDAN E?
    BES YÊN DIN KÎ/Ê NE?

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.