Aqûbet li serê partîyên bakur be

Esrarkêş Ehmê

Li Rojhilatê Kurdistanê, Partîya Serxwebûna Kurdistanê (serbestî) û Partîya Demokrasî û Azadîyê bûn yek. Her du partîyan di daxuyanîya xwe de eşkere kirin ku ewê di bin navê Partîya Serxwebûna Kurdistanê de bixebitin û bidin lotik û zîtirkan.

Ê de li ser xêrê be û aqûbet li rêxistin û partîyên Bakurê Kurdistanê be rebbî..

Birastî lo, wê partîyên Bakurê Kurdistanê kengî bibin yek? Ew partîyên ku li derveyî zîtirkên PKK û Demokratîk Cimhûrîyetçîyan e, ew partîyên ku di mirêkê de xwe wek Ristemê Zal û Selaheddînê Eyyûbî dibînin, ewên ku şûr simbêlê wan nabirre û xwe dikin şêr û piling (ku di rastîya xwe de belkî ne pisîk bin jî) wê kengî pozê wan bişewite û li ser maseyekê rûnin?

Law ma hûn ji Partîya Serxwebûna Kurdistanê û Partîya Demokrasî û Azadîyê jî şerm û fedî nakin oxlim?

Hûn serxwebûnxwaz in?

Belê..

Hûn federasyonxwaz in?

Belê…

Hûn Kurd û Kurdistanî ne?

Belê…

Ê naxwe çi quzê kerê?

Bibin yek oxlim, bibin yek!

Yan na bi allahwekîl hûnê herin yek bi yek!

Amed

 

 

About The Author