Rehma xwedê ne lê be, ew jî çûûûûûûû!

Gardîyan

Belê, serekerkan û serokkomarê berê yê dewleta Tirko Kenan Evren ê Arnawût, di 98 salîya xwe de mir û bi cehnemê şad bû. Dêqehpo 98 sal kir û kesekî bi namûs derneket û fîşekek di qûna wî de berneda.

Kenan Evren ê Arnawût, di 1980î de darbeya leşgerî çêkir, dest danî ser hikim û tirr ji xelkê berda. Di dema wî de bi deh hezaran kes hatin girtin, di êşkencexaneyan de bi sedan kes mirin, bi hezaran kes seqet û lenger man û tofanek mezin bi serê Kurdan de anî.

Axir, dewşîrme û dolheram Kenan Evren talîya talî mir û berê xwe da cehnemê. Li gor sîxurên me ji axretê radigihînin, dibêjin zebanîyên cehnemê qeraseyên qalind û dirêj dixin kuna wî û di devê wî re derdixin.

Ê de rehma xwedê ne lê be rebbî….

 

About The Author