Cilêtçî Mihê lotikek qerase xwar

Cilêtçî Mihê

Xalê we Cilêtçî Mihê, ango ez, lotikek qerase ji başçawîşên Fisbokê xwar û li qûn rûnişt. Keda wî ya salekê bi avê de çû û cilêtên ku davêtin xelkê, li wî vegerîyan.

Başçawîşên Fisbokê nameyek qerase ji xalê we Mihê re şand û di nameyê de tê gotin: „Olan Mihê, oxlim, law ne li te be û ne li şikil û şemalê te be. Law ji tirsa cilêtên te û ji tirsa awir û simbêlê te yê qerase em hew wêrin Fisbokê vekin babam. Êdî bes e, gellek endamên me bi derbên cilêtên te brîndar bûne û hinek ji wan jî di nexweşxaneyan de ketine ber sikrata mirinê. Nabe babam, welle nabe û billeh nabe. Yan here ser textorekî estetîkê û xwe xweşik û germik û nermik bike, yan na êdî bes e. Roj roja bratîya xelkan û pêvajoya çaserîyan e, roj ne roja avêtina cilêtan û kujtin û brîndarkirinê ye qardaşim. Em mecbûrin çewalekî têxin serê te û rûpela te ya Fisbokê bigirin. Tu aciz bû ji vî ve û tu aciz nebû dîsa ji vî ve. Di dinyayê de du kes kirh û mekroh in, ne xweşik û ne spehî ne. Yek jê Bîlo (Bîlal Salman) e û yê din jî tu yî allahwekîl“ û pê de çûne.

Werhasilî kelam, başçawîşên Fisbokê rûpela min girtin û destê min ji 1300 hevalên min kirin, ez perîşan kirim.

Lê xalê we Cilêtçî Mihê jî rûnanê haaaaaa, wan rûpelek girt, min yek din vekir û dîsa min dest bi cilêtkirina xelkê kir. Her ku ew rûpela min bigirin ezê dîsa vekim û wan bidim ber cilêtan. Hew min dît nebû û bi cilêtan hişê wan nayê serê wan, îcar ezê bi bivir û çakûç û bêr û melheban herim ser wan.

Û xweşikbûn û bedewîya min!?

Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin cîgerno, ma li seranserê cîhanê û di nav temamê endamên Fisbokê de kesekî wek min qarîzmatîk, seksî û spehî heye lo?

Law hûn bêjin çav, çav (erê çavekî min piçekî şelêq girtiye û venabe), hûn bêjin poz, pozê berana ye, hûn bêjin simbêl, simbêlê babaegîda ye, ê naxwe başçawîşên  Fisbokê çi ji min dixwazin babam?

Û cilêt?

Olan oxlim, xelk di Fisboka we de keleşkof û fûzeyan bi kar tînin, hûn ji cilêtên min ditirsin, ma demokrasî û edalet ev e qardaşim!

Axir…

Rûpela min a Fisbokê bi qomployek navnetewî hat girtin. Qomploya ku li min hat kirin, ji qomploya başqan Ocalan mezintir û girantir bû. Lê berxwedan jiyan e. Min niha ji serî de dest bi lotikan kiriye û cilêtên xwe tûj dikim.

Xalê we Cilêtçî Mihê zû bi zû teslîm nabe û cilêtên xwe radestî kesekî nake. Ma PKK dev ji çekên xwe berdide ku xalê we Mihê dev ji cilêtan berde, wî.

About The Author

One thought on “Cilêtçî Mihê lotikek qerase xwar

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.