Piçekî bide me jî Zeynep xanim

Esrarkêş Ehmê

Xwedê kesekî şaş neke. Û ku şaş kir jî, haş neke.

Zeynep Alametoglû ji bajarê Bedlîsê di Twîtterê de nivîsandiye:

„Bela serokê min bixwaze, tiştê ku min nedate mêrê xwe, ezê pêşkêşî wî bikim. Heke serokê min bêje mêrê xwe berde û we re ez di te nim, ez nabêjim na, ezê bi lez û bez wî bera ser xwe bidim“ filan û fîstan û quzê kerê.

Aha şêx û mirîdatî jî qey ev e.

Rojekê şêxek dil dikeve jina mirîdê xwe. Di mizgeftê de weazan dide û dibêje: „Gelî mirîdino, hay ji şeytên hebin. Şeytan carna xwe dixe şiklê min û kare bê ser doşeka jina we. Eman eman bawer nekin ku ew ez im haaaaaa“ filan û fîstan.

Rojekê mirîdê wî ne li mal e. Şêx diçe mala wî û dest davêje jina wî, dikeve ser dilê jina mirîdê xwe û kela dilê xwe hênik dike. Mirîd tê malê dibîne ku çi bibîne, waye şêxê wî di ser jina wî de ye. Ê mirîd çavê xwe difirkîne û „tif tif tif“ tif dike erdê û dibêje: „Ev şeytan e, ev şeytan e“ û derdikeve.

Îcar ev jî mesela me û mirîdan e. Ha mirîdên olî û ha mirîdên siyasî, herdu jî heman gû û rîx in, ferq nîne. Eynen wek Zeynep Alametoglû. Zeynebê jî bûye mirîdê Kasimpaşalî Receb Erdogan û amade ji bo xatirê wî dev ji mêrê xwe berde û xiyarê wî li xwe biceribîne.

Berî niha jî mirîdekî Erdogan gotibû: „Kesê ku ez bi jina xwe re jê bihesidim û jê aciz bibim, Erdogan e“.

Yanî, „Erdogan binihê jina min jî ez jê nahesidim û aciz nabim“ filan û bêvan.

Ê law ya Zeynep xanim!

Ma serokê te Erdogan can e em bacan in qizim?

Carekê bide me rebenê xwedê jî hey gewende!

Welle û bille xiyarê me ji yê serokê te tazetir, ciwantir, dirêjtir û qalintir e lê, ma qiyamet ranebe!

Bedlîs

About The Author

One thought on “Piçekî bide me jî Zeynep xanim

  1. Namus buye bexdenoz. Chi nedeya méré xwe ku, wé bide basqené xwe min merak nekir. Wé ji quné pé de wé chi bimine?. Insallah basqané te wé bash quna te bikute.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.