Ez meraq dikim?

Xwelîserê Bêziman

Ez meraq dikim?

Ji kerema xwe re canik an camêrek vê sendromê ji min re şîrove bike…

Pirê caran li tiştekî rast têm. Hinek heval profîla xwe bi alaya Kurdistanê ya rengîn dixemilînin.

Lê dema tu meraq dikî û bêyî destûra wan dikevî profîla wan, tenê peyveke bi Kurdî jî tê de tuneye.

Gelo em bêhiş in, haya me ji tiştina tuneye yan ev heval zêde pêş ve çûne, em ji nêrîn û dîtina wan tênagîhîjin-îdraq nakin?

Belkî jî ew resen, em sexte ne, nizanim.

Wê çaxê jî;

Ev zimanê ku em pê dipeyivin, ne Kurdî ye.

Tiyax!

Me jî digot qey em Kurd in, bi Kurdî zanin û lewma jî bi eşq û heyecana Kurdistanê dijîn.

Ew hevalên ku bi zimanê min dipeyivin!

Divê em têkevin nav lêkolîn û lêpirsîneke kûr û dûr û li xwe bigerin. Madem ku ev zimanê em pê dipeyivin ne Kurdî ye û em ne Kurd in, divê em ji vî zimanê ku em pê dipeyivin re netewekê biafirînin. Ya rast jixwe afirî ye ew netew, divê em navekî lê bikin.

Hevalino!

Madem ew heval Kurd in, em çi ne?

About The Author