Melle Cemîlê Mûşî
Li gund û bajarên bakurê Kurdistanê her roj jin û zarok, xort û çekên Kurd tên kujtin. Di vê serma zivistanê de ne dewlet li wan xwedî derdikeve, ne mela û ne jî tu beşerê xwedê. Ji Tirkan re Kurdê herî baş Kurdê mirî û kujtî ye. Meyt û cendekên wan li kolanan bêxwedî dimînin, Tirk jî kêfa xwe li Kurdan tînin û naletê li 101 bavê xwe tînin. Tirkên ku bi navê bratîya îslam û misilmantîyê Kurdan dixapînin, di rojên herî teng û dijwar de jî duayekê ji wan re nakin. Li şûna ku qaşo bratîya îslamê bi cîh bînin û li Kurdên xwelîser xwedî derkevin, li pisîkan xwedî derdikevin û di camî û mizgeftên xwe de pisîkan xwedî dikin. Yanî, li cem wan pisîk ji Kurdan bi qîmettir û qedirbilindtir in wesselam..
Axir…
Melayê Mizgefta Azîz Mahmût Hudayî a Uskudar ê Mustafa Efe, ji bo ku li derve ji sermatê neqefilin, mizgeft tije pisîk kirine û pisîkan xwedî dike. Hem jî bi navê insanetî, dilovanî û îslamê. Yanî misilman û îslamîstên Tirk ewqas dilbirehm û dilovan in ku qaşo nahêlin pisîk li kolanan ji sermayê bimirin.
Hey kafirno, sextekarno, jin û zarokên me, keç û xortên me li kolanan bêmecal in, dimirin, tên kujtin, birçî û tazî ne, di bin kon û çadiran de ne, çima hûn derîyên camî û mizgeftên xwe ji wan re nenakin oxlim!
Ma hûn tenê mela û olparêzên pisîkan e?
Hey min gûyê pisîkên di devê we kirino, ma zarokên Kurdan wek wan pisîkan jî nayên, qebrax!
Stenbol
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye