Medenî Ayhan

Hevalrêno

Rihên min

Hêviyên her du çavên min

Tembî li we be

Ger ez bikevim axê di şer de

Xwîna min bela bikin û bi parzînin li axê

Bila bi keda karker û gundiyan re bibe yek

Hevalrêno

Rihên min

Hêviyên her du çavên min

Roja ku welat azad be

Çek û rextê min

Bişînin Tîmor, Filistîn û welatê Bask’ê

Ji keç û kurên dilovan re Ji zarokên şoreşê re

Hevalrêno

Rihên min

Hêviyên her du çavên min, Keda destgehê dayikan

Nanê tendûrê

Di nav ala wekhevî û hevpariyê kin

Ji gelê Efriqê re bişînin

Gelê bindest û kedkar ê dinê bira ne

Mîna pelê darekê ava çemekî û axa welatekî

Rihkî ji riha ne

About The Author