Xaltîka Fatê û Perînçûko

Fatê xanim, tu çawayî başî? Te min naskir, ez Dogû Perînçûk im haa! Min nav û dengê te pir bihîstibû, lê îro bû qismet ku ez li halê te...

Fatê xanim, tu çawayî başî? Te min naskir, ez Dogû Perînçûk im haa! Min nav û dengê te pir bihîstibû, lê îro bû qismet ku ez li halê te bipirsim.

WXaltîka fatê, wek te bihîstiye, wê rojê min li Lozanê pêşkêşiya Tirkan kir û me Lozan ser û binê hev kir. Bila xwedê ji wan razî be, destebrakên me, brayên me yên Kemalîstên Kurd jî piştgiriya me kirin û welhasil me dîsa lihevhatina Lozanê bi hevre mohr kir. Herçiqasî hinek neteweperestên Kurd xwestin provokasyonan bikin jî, lê wek hercar em Tirk biserketin. Şikir ji xwedê re, bila xwedê dewleta me û ordiya me ji serê me kêm neke! Îro artêşa dewleta me li Sûr a Amedê, Cizîrê, Silopî, Hezexê, Şernex û Nisêbînê tirrê ji Kurdên terorîst berdide û bajarên wan bi ser wan de dixe. Ma ev ne şoreş e xaltîka Fatê?

Îcar te min naskir ne!?

Dogû Perînçûk / Lozan

———————–

Bersiva xaltîka Fatê

Lao tu Perînçûk î çi jehr û ziqûmî, ma kes heye go te nas neke kurê kerê!

Kuro ma tu ne ew bû yê ku di salên 70 î de dosyayên rêxistinên Kurdan pêşkêşî îstîxbaratê dikir loo?

Lao ji aliyekî te û partiya xwe Kurd didan dest û ji aliyê din destebrakên te yên Kurdên çeqilmast şerê Kurdan dikir. We ji wê rojê de destebratiya hev dikir bavê min, ma hewceyî îro ye oxlim! Ji berê de dibêjin “çil salan xatirê fincanek qehwe heye!” Îcar ma destebrakên te yên Kurdên Kemalîst hevqasî nankorin go xatirê te nizanibin û piştgiriya te nekin hê!

Na bavê min na!

Jixwe hûn xal û xwarziyên hev in, ma go hûn şerê Kurdan nekin ma wê kî bike ewladim!

Tu li derve nûnerîya Kemalo dikî û destebrakên te jî li híndur dikin, ma îcar kî kare bi we Kemalîstan yabo!

Kuro bi xwedê, hûn jêhatî ne loo, heta ev qûna tir û fisek li ser partî û rêxistinên me be, hûnê ne lihevhatina Lozanê, lê lihevbatina Qesrî Şîrîn jî mohr bikin oxlim!

Ma em hevdû nasnakin qey! Oxlim, doh jî we bi hevre dovend û dîlan digirt, îro jî hûn bi hev re serê govenda demokratîk cimhûrîyeta heram dikşînin. Ma xema we ye bajarên Kurdan bi ser wan de biherife, ma xema we ye xort û keçên Kurdan di ber demokratîk cimhûrîyeta we û xwelîserîya me de bên kujtin. Çawa be cîhê we germ û nerm e, zarokên we ne di şer de ne û kes nanihê qûna wan.

Ji berê de gotine “pisîk ne li mal e mişk Evdirehman e!” ewladim.

Îcar Perînçûkê dewleta kûr, ecele û bezû beza me Kurdan tuneye, hûn û destebrakên xwe bêtirs hespên xwe bibezînin ka bê hûnê li ku bisekinin.

Ma helbet rojekê hûnê jî biterpilin cîgerim!

Categories
QuncikXaltîka Fatê
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Xaltîka Fatê û paspasçî

    Hevala Fatê.. Ez saxî û selametîya te dixwazim û herdu lêvên ta maç dikim.  Wextekî ez serokekî meşhûr bûm, bi qedr û qîmet, bi rêz û rûmet bûm. Destekî...
  • Xeyalek û tirek

    Ji şivantiyê û derdê gundiyan têra xwe hêrs bibû. Hate malê û di ber xwe de jî qise dikir: –Bes e! Şivantî ne karê min e. Hinek dibin sixye,...
  • Xaltîka Fatê û porê başûrîyan

    Xanima delal Fatê, ez nivîsên te dişopînim û şîretên te wek morîka xewê dixim guhê xwe. Min dixwest ez tiştekî bi te bişêwirim. Ez bala xwe didimê çend kadir...
  • KOMA CINAN

    Bavê Welat Rojekê mirovekî bi milik rastî koma Cinan tê. Mirovê bi milik, wa mêze dike ku hemû Cin ketine nava şahiyekê û govend û dilan girtine. Di dîlanê...