Teorîya Darwîn derew derket

Esrarkêş Ehmê

Gelo teorîya Darwîn şaş û xelet e?

Mîster Darwîn digot ku „insan ji meymûnê çêbûne“. Yanî, piştî guhertinek demdirêj, hinek ji meymûnan bûne insan.

Lê xuyaye teorîya Darwîn ne ji bo mirovên Rojhilata Navîn, lê ji bo Ewrûpîyan derbas dibe. Darwîn behsa insan û mirovan kiribû, behsa mirovên zalim nekiribû.

Piştî xirecirek dûdirêj, me xwe gîhand gorîl û meymûnên Efrîkayê û me lêkolîn û hevpeyvînek qerase bi wan re kir.

Serokê Eşîreta Gorîl û Meymûnên Efrîkayê birêz Gorîlê Qûnsor, ji me re got: “Binerin oxlim, Darwîn bêbextî û neheqî li me kiriye. Em gorîl û meymûn ne ewqasî zalim in, em heywanin mulayîm û bê zirar in. Lê em dibînin mirovên ku Darwîn gotiye “ji meymûnan çêbûne” zalim kurê zaliman e, tu têkilîya wan zaliman bi gorîl û meymûnan re tuneye. Ji ber vê neheqî û heqareta Darwîn, emê li axretê wî radestî Dadgeha Mafê Meymûnan bikin û qûşê lê biqetînin” û pê de çû.

Belê, li gor ku Serokê Eşîreta Gorîl û Meymûnên Efrîkayê Gorîlê Qûnsor dibêje, “Ev mirovên ku îro li ser navê xwedê û pêxeember, li ser navê ola îslamê serê xelkê jêdikin, zinêkarî û bazirganîyê dikin, ne ji meymûnan, lê ji „gur û keftaran, ji hirç û hovan çêbûne” û ji malbata meymûnan pir dûr in wesselam..

About The Author