“Biratî, Wekhevî ye”

Murad Cango

Biratî, bi wateya zelal ev e; kesên ku ji dê û bavek in. Bi wateyên din, kesên li ser welatek dijîn, ew kesên çanda wan yek, dîroka wan yek, kevneşopiyên wan yek in, wek ‘bira’ tên pejirandin. Bi nêrîneke din, mirov dikare bibêje biratî, ên ku Xwedayê wan yek, Pêxember yek, Ka’be yek, Kitêb yek, yek, yek, yek. Heta hezaran yek. Û li gor Qur’anê jî biratî bi vî awayê ye. Ango “mu’mîn bi tenê bira ne.” Ji biratiya erênî bi gelemperî ev gotin tên fêm kirin. Bi gotineke din biratî pêkanîna wekheviyê ye. Di her şert û mercan de xwedîbûna heman mafan e. Mirov îro li kîjan zagonan binêre, mirov dibîne ku biratî, wekheviye. Lê ji xeynî van tiştan, ku mafên mirovan bi awayekî, ji hêla kesên din ve bê astengkirin an bê şêlandin an jî bê çopandin, nîqaşên li ser birayetiyê were kirin jî, beredayiye. Biratiya di van şertan de jî, xapandin e, derew e.

Tirk û Kurd li ser van axan nêzikî hezar salan e bi hev re dijîn. Lê tu zemanê birayetiyek di navbeyna van milletan de pêk ne hatiye. Tirk her tim Kurdan wek birayên xwe yên piçûk bi nav kirin e. Ji ber vî yekê jî, tu zemanê Kurdan di asta xwe de nedîtine. Tim layîqê tiştên ne xweş dîtine. Bi çavên bilind, ji jor ve li jêr, li Kurdan nihêrîne û dinihêrin. Ji roja ku komara Tirkiye ava bûye heta îro li hember kêm netewan, li hember ‘êdin’a bi her awayê politikayên bişaftinê ajotine. Û komar bi piranî gihiştiye armanca xwe. Ji gelek netewên ku li ser axa Anatoliyê dijîn êsle xwe winda kirin, ji hebûna xwe dûr ketin û gelek kêmnetew jî, bi tunebûnê re rû bi rû man.

Yek ji wan netewan, ên ku bi qirkirin û bi bişaftinan re rû bi rû mane jî Kurd in. Nêziki sed salan e ku kurd rewayê her zulm, zorî û zordestiye dîtine. Komkujiyên ku hatine kirin ( Şêx Seîd, Dersîm, Agirî, Zîlan, Qoçgirî…) hîn îro jî meşrû tên dîtin. Û hîn jî gora sê mezinên Kurdan (Şêx Seîd, Seîdê Kurdî, Seyyîd Riza) nayê zanîn. Ev zilmê ku hatine û têne kirin, ji miletê me re rewa tê dîtin.

Lê heman dewlet diqîre dibêje :“Kurd birayê me ne. Me bi hev re dewlet ava kiriye. Li hember dijminan me bi hev re berxwedaye. Ev welat a me ye. Ola me yeke û hew…” Lê tu rastiya van gotina tune. Lewra ji avabûna Komarê heta niha,netewa Kurd, zimanê kurdan, axa kurdan gelek caran hatiye înkar kirin. Nehatiye pejirandin. Gelek caran axaftin û fikirandinên bi Kurdî hatine qedexekirin. Wek tawan hatine dîtin. Ji daxwazên Kurdan re guh girtine, çav girtine. Lê di her fersendê de jî, telkîna biratiyê kêm nekirine û tim gotine em bira ne. Gelek caran jî dibêjin biratiya Îslamê. Lêbelê di jiyana rojane de tu beramberê van gotinan tune û nehatiye dîtin. Di demên dawin de ev gotin zêdetirîn tê bilêvkirin. Vegotinên wiha êdî pûç bûne. Lewra kirinên bi destê hukûmetê, li Kurdistanê tên kirin, talankirina malan, xerabkirina gundan, kambaxkirina bajaran vî rastiyê dide nîşan. Ên ku van zilman dikin, dibêjin em misilman in. Berpirsiyariya komkujiya Roboskiyê kes negirte ser xwe. Karbidestek ji karê xwe nehate dûr kirin. Tenê bi gotina : “Ev bûyer şaşiyek teknîkî a artêşê bû.” iqtifa kirin. Dîsa di demên dawîn de li Cizîr a navçeya Şirnexê, kuştina kalekî 75 salî û zaroyek 35 rojî jî nehatiye dîtin. Li gorî raporên Veqfa Mafên Mirovahiyê ya Tirkiyeyê, heta niha ji çar sed kesî zêdetir sivîl di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane. Lê kes vî rastiyê nayine ziman.

Çend mehên dawîn de, ji ber şerên li Kurdistanê, li bajarên Tirkiye ên cûda de êriş birine ser Kurdan, malên wan, wesayîtên wan, dikanên wan şewitandine. Û li gelek bajarên cûda bi lêdan bersiva Kurdan dane. Karkerên demsalî qewitandine, ji karên wan dûrxistine. Lê dîsa dibêjin: “ Em bira ne .” Lê êdî Kurd dizanin ku dema qala biratiyê bû, ev tişt agahdariya tiştên ne baş e.
Welhasıl; Gelo, di navbera “Netewekî ku mafên wan ên wekhevî, aşitî û azadiyê nayên naskirin û ên ku van mafan nas nakin” de, biratiyek çawa çêbibe???
Gazete Kurd

About The Author