Piştî 2 zebeş ketin qûna wan, har bûn

Firildeq Elî

Belê, Tirkan fûtbol jî li ber dilê mirovatîyê herimandin. Tirk li her derê Tirk e, ne dibe brayê Kurdan û ne jî tucarî ji Kurdan hez dike. Kurdên ku dane dû qûna wan û dixwazin bi navê bratîyê xwe bi dawa wan ve bizeliqînin, wek ji her bûyerê aqil negirtine, xuyaye wê ji vê bûyerê jî aqil negirin.

Axir..

Li paytextê Tirkoleran, ango li Enqerê, lotikvanên Amedspor û Ankaragucu hatin beramberî hev û dest bi lotik û zîtirkên fûtbolê kirin. Ankaragucu golek avêt Amedsporê û Amedsporê jî 2 gol avêtin Ankaragucu. Yanî, Amedspor 2, Ankaragucu 1.

Ez serê we neêşînim gelî fûtbolhezan, piştî ku Amedsporê 2 zebeşên Diyarbekirê xistin qûna Ankaracugu û qûn li wan çirand, alîgirên Ankaragucu li qûna xwe zor anîn û êrîşî berpirsên Amedsporê kirin. Alîgirên Ankaragucu gava dîtin ku nikarin wan herdu zebeşên Diyarbekirê ji qûna xwe derxin, çare di êrîşê de dîtin û nalet li 101 bavê xwe anîn, xwe rûreş kirin.

Bi kurt û Kurmancî; alîgirên Ankaragucu bawer dikirin ku bi lêxistina berpirsên Amedsporê wê ew herdu zebeşên Diyarbekirê ji qûna wan derkeve. Lê lêxistin û êrîşa wan fêde nekir û heta vê kêlîkê jî ew herdu zebeş di qûna wan de asê mane wesselam.

Enqere

amedspor-1

About The Author