Kurd û welatparêziya derewîn

Dr.Azad Ehmed Elî

Li herdû rojên dawiya heyva Nîsana borî, firokeyên leşkerî yên rêjîma Şamê, êrîşên dijwar berdan nav taxên rojhilatî bajarê Helebê, ew tax û kolanên ku ev çend sal in di bin sîbera opozisyona Sûrî de ne. Yek ji encamên wan êrîşên mezin ew bû ku pêncî kes li nexweşxanekê hatin kuştin, herweha gelek bajarvanî birîndar bûn, bi sedan kes, xanî, tirimbêl qurbaniyên wan êrîşan bûn.

Çend wêne vîdyoyên wan êrîşan bîner û temaşevan li seranserê cîhanê hejandin, yek ji wan wêneya hawara pîremêrekî bû, bang dida cîhanê û digot: em tên qirkirin… em tên şewitandin, ta ku bangek cihanî hat bangkirin bi navê (Heleb dişewite.)

Wêneya gellekî bal, hiş û hestên min kişandî û mejîyê min li hevxistî ew bû, ew wêneya tê de zilamek di nav toz û dûmanê de, li ser kavilê xaniyê xwe hawar dikir, di nav şewat û agir de, li ber laşê miriyan wek şêrekî bang dida: (Bila herkes bizanibe, bila kujerê me bizanibin, bila Esed bizanibe, ev xaka me ye, ev zevî û mala me ye, em ji vir bar nakin, em natirsin … em ji Helebê baz nadin …)

Vê wênenûçeyê, wê bangê ez êşandim, wê bangê birînên min kûr kirin, kelogirî bûm, berî hertiştî li ser jan û bela hatî serê wan mirovên bêguneh, ji aliyê din ve ez hişyar kirim ji xewa giran! Ji nav koma peyv û gotarên vala rakirim, min bêdeng got: Bijî tu, hûn herbijîn ev kesên bi ax û xaniyên xwe ve girêdayî! Hûn in welatî, hûn in welatparêzên rasteqîn, em in yên derewîn! Em in şivanê leylan û siha welatparêzî û gotarên romantîk!

Xwezî ev bang ji zilamekî Kurd me bibihîsta! Çima me ji kurdekî carekî nedît û nebihîst?! Çima li cem hemî miletan ax, war û welat pîroz e, li cem me kurdan tenê wareke ji bo em têre derbas bibin?!

Pîvanek piçûk û pirsiyarek mezin mirov digihîne vê encama wêran, gelo çend kesên Kurd li deverên Kurdistana Sûriyê ev bûyer hatiye serê wan!? Çendan ev helwesta şêrane, ev bûyera tejî welaparêzî di praktîkê de parastiye? Welê sade ev kiras bi xweşî wergirtiye? Kî ji me kurdan li deverên Kurdistana Sûriyê ev biryar daye: (Ez bar nakim, ev xaka min e! Ev gundê min e!)… kî li hember êrîşên ser deverên kurdî ev helwest hebû? Çend caran firokeyên rêjîmê êrîşî deverên kurdî kirin? Eger bûban dê rewş çawa lê hatiba û wêran dibû?!

Bersiv û welamê ji xwêneran re dihêlim, ez dê tenê behsa welatparêziya me ya derewîn bikim, tenê ez vê peyvê û çemkê dê bênim ziman.

Diyar e ku em miletek in tenê welatparêziyê wek straneke xweş distrênin! Welatparêzî çend peyv û zirt diragihînin… kurdayetî wek ristek ji gotinan li civat û dîwanxane em di devê xwe de dicûn, ax û welat, mal û xanî peyvine bêwate li nav civakê pûç dimînin, car caran di helbest û daxuyaniyên partiyan de tên nivîsandin, lê li ser zemînê nayê pehtin û wergerandin.

Rastiyek heye divê req û rû em ji hev re bibêjin, em derewan li xwe dikin, em viran li hev dikin, em ji ax û welatê xwe hez nakin, em bi zevî, gund û bajarên Kurdistanê ve ne girêdayî ne, em tenê dirûşm, sernav û peyvên qelew dikin!

Berî ceng û êrîşan, berî yek gule û top li nêzîkî me bikeve em li dawiya dewletên Iskendinavîye radiwestin, her tiştî bi şûn xwe ve dihêlin…ew her tişte, welat e, ji ber welat hemî tişt e, mirov û civak e, rez e, mal e, dar û kolan in, bîranîn û stran in, şîn û dîlan in…

Warê bav û kalan me zû çolkiriye, hîn bi bêşermî em behsa welat û welatparêziyê dikin! Ne eve welatparêzî? Ne eve kurdayetî! Ne eve partîtî, ne eve heta mirovayetî!

Yê ji welatê xwe hez neke, yên bi axa bav û kalan ve ne girêdayî be, yê ji manê hez neke, yê bê ebor be, herdem tûrê barkirina ji welat li ser milê wî be, ew ne welatparêz e, bila navekî din li xwe bike, bila kumekî din li serê xwe ke. Cîranên me ji bin barankirina topan bar nakin, yê me ji ber tengasîke piçûk koçber dibin, peyvek giran ji birayê xwe yê Kurd qebûl nakin!

Bila em kêmasî û derewên xwe neveşêrin, bila em rastiya xwe û ya cîranên xwe bibînin, bila tenê em gel û kesên welatparêz destnîşan bikin, wan gelên ku welat bi hezkirinê avakirî, dewlet bi biratî û yekîtiya civakî damezrandin.

Mixabin em Kurd ne hezkerê ax û warê xwe ne, ne dil bi êşê milet û zeviyên xwe ne! Çawa dê mirov welatparêz be û zû û bilez ji welatê xwe bar bike! Çawa mirov dê kurdperwer be û ji kurdan hez neke! Hin Kurd hene ji serê sedê notî kurdan hez nakin! Dîsa xwe rêber dibînin û tekez dikin ku welatparêz in! Hin din hene nîvê miletê Kurd wek hevbeş û şirîk nabînin! Rastiyek din heye em Kurd deselata hev napejirînin, hev qebûl nakin, ne ji ber ku deselata me xirabtir e ji ya dewletên dagîrker lê tenê ji ber ew deselat kurdî ye, em hemî, her yek bi rengekî, nikarin ji deselata kurdan hez bikin, em tew fêr nebûne ku deselat sade kudî be!

Pê min waye, eger Kurd bi xakê ve neyên girêdan, eger yekîtî yên siyasî û pêwendiyên civakî geş nebin, eger nan û kar li Kurdistanê peyda nebe, dê projeya me ya netewî bibe yek ji xewnrojkan û em dê sed salên din çilmisî û perçiqî, li bin û nav piyan bimînin.

Rûdaw

About The Author