Di sala 3000î de medenî dibin

Hesen Keleş

Wek hûn zanin, zêdeyî 50 salan e ku Tirk li ber dervê derîyê Yekîtîya Ewrûpayê sekinîne da ku bibin endamê Yekîtîya Ewrûpayê. Lê Ewrûpî jî bi qûna Tirkan zanin, zanin bê qumaşê wan çend pare ye. Ji bo ku Tirk bibin endamê Yekîtîya Ewrûpayê û medenî bibin, divê berî her tiştî zagonên xwe yên hovane biguherin û bibin insan. Lê Tirk jî bi dek û dolaban, bi fen û fûtên Elî Osmankî dixwazin Ewrûpîyan bixapînin û bi guhertina çend xalên piçûk çavê Ewrûpîyan biseyînin.
Axir…
Di derbarê endametîya Yekîtîya Ewrûpayê de, ji Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron pirsîne:

„Law cîgerim, tu çi dibêjî, çi aqilê te ji Tirkan dibire, gelo ewê bibin endamê Yekîtîya Ewrûpayê, ewê medenî bibin û bibin insan yan na?“

Mîster Davîd Cameron fikirîye, ponijîye, li jor nerîye, li jêr nerîye, gotiye: „Law ma ezê çi bêjim oxlim. Çawa ku qantir nikare bizê, Tirk jî bi vî halê xwe yê hov nikarin bibin Ewrûpî. Li gor fikara min, belkî, ew jî belkî, di sala 3000 (3 hezar)î de bibin endamê Yekîtîya Ewrûpayê. Heke heta wî çaxî ji pêvajoya hirç û hovîtîyê derkevin û bêhna insanbûn û medenîbûnê ji wan bê, belkî“ filan û bêvan.

Ez serê we neêşînim kezebno, li gor Davîd Cameron Tirk hîna di pêvajoya insanbûn û medenîbûnê de ne. Yanî, hîna hirç û hov in û nikarin wek insanên medenî bifikirin. Ji ber vê jî, belkî di sala 3000î de bêhna medenîyet û şaristanîyê ji wan bê û belkî karibin bibin Ewrûpî.

Gelo hûn çi difikirin?

Wê Tirk karibin heta sala 3000î bibin Ewrûpî yan na?

About The Author