Ne Kew û ne Kurd xayinên nifşên xwe ne!

Cemşîd Bagokî

Li gor sirûşta Kurdistanê ji çiya, gelî, deşt û hêrikan ve, ji ax, av û bayê wê ve Kurdistan xweş war, hêlîn û sekn e ji gelek cureyên teyr û tilûran re û ji wan de Kew. Eger welatê me ji Kurdan re Kurdistan be, ji teyrê Kew re jî Kewistan e.. Ez ne bawerim ku tu gelên din wek gelê kurd, hez Kewan û nêçîra wan kiriye û bi fen û xapan, ew girtine.

Ji hezarê salan ve mirovê kurd û teyrê Kew bi hevûdin re, jiyana xwe derbas dikin û di nav dem dewranan re fêrî gelek veşartokên hevûdin bûne. Û wiha mirovê kurd fêrî girtin û dîlkirina Kewan bûye û bi kewên dîlkirî, kewên azad girtine .. Bi demê re navê xayîntiyê li Kew hatiye kirin û gotine: Kew xayinê qewmê xwe ye.

Erê ezbenî! Ji hezarê salan ve, teyrên Kew di nav çiyayên Kurdistanê de bi azadî, serbestî û aşîtî dijîn û ew xiyaneta ku mirovan bi hevûdin re kiriye û dikin wan nekiriye; xwe bi xwe hevûdin nekujtine, hev çengo nekirine, giliyê hev li cem nêçîrvanan nekirine, nebûne rêber ji nêçîrvanan re û ew nebirine nav refên xwe.. Wek tev teyr û tilûrên çiyayî, wan jî jiyana xwe bi normalî wek ku tê xwestin li gor xweristê çiyayên Kurdistanê derbas kirine û derbas dikin.
Lê mixabin, ku me kurdan navê vî Kewê hêmen, aştîger, azadhez û dengxweş, bi xiyanetê ve girêdaye û binav kiriye!

Dema ku nêçîrvanekî Kurd Kewekî digire, dîl dike û pê diçe nêçîrê, da ku Kewên ji nifşên wî bigire, wî Kewî dike rekehekê de û bi xwe re dibe çiyê. Li çiyê rekeha xwe li cihekî rast datîne, hawîrdora rekehê bi davikan radixîne û xwe di kozikekê de, nêzîkî Kewê di rekehê de vedişêre.. Bi berbanga sibehê re, Kewê wî di rekehê de dixwîne, dike qebqeb, bang û hawar dike, banga hawarê dike.. Kes nizane çi dibêje; gelo, gazî û hawar dike ku qewmê wî di hawara wî de bên û wî ji rekehê rizgar bikin.. ?! An gazî nifşê xwe dike û ji wan re dibêje; ez di rekehê de dîlkirîmê, dora min bi davikan pêçayî ye, nêzîkî min nebin.. Hunê jî wek min dîl bibin.. Li bextê mirovan ewle nebin..?! Kes nizane çi dibêje…

Bi xwendin û qebqeba wî re, hin Kew xwe ji refên xwe berdidin û li dor Kewê dîlkirî di rekehê de ku hawîrdora wî bi davikan pûçayî ye datînin. Çend carekî pêre dixebxebînin û diqubqubînin, paşê xwe çend dikin cem, bi wê çendkirinê re, ew jî dibin dîlê wan davikên ku li dor raxistî ne û dîl dikevin.. Hingê, Kewê di rekehê de xwînê bi xwe ve dibîne; bi xwe dikeve, bi nikilka radibe xwe, xwe li banê rekehê dixîne, xwe dixwe…! Lê fêde nake..

Di wê navê re nêçîrvanî bi bazdan ji kozika xwe derdikeve û xwe bi wan ve digihîne, Kewê nû dîlkirî ji nav davikan derdixîne û davêje tûrikê xwe..
Di destpêka şoreşa êlûnê de bi fermana Barzaniyê nemir nêçîra Kewan li Kurdistana Başûr hat qedexekirin û ta roja îro qedexekirin berdewam e.. Ji ber ku ji Barzaniyê zindî re hat diyar kirin ku Kew, ne xayinê nifşê xwe ye.. Yê xayin ew mirovê ku wî dîl dike û nêçîrvaniya wî dike..

Sebaretî me kurdan, di baweriya min de mirovê kurd ne xayinê nifşê xwe ye wek ku hin dibêjin, yê xayin, ew kesên ku neyratiya hebûna gelê Kurd dikin.. Ewên ku hin ji kurdan wek Kewan dîl kirine û bi wan nîçîra Kurdan dikin..

Erê ezbenî! Neyarên gelê Kurd bi kurdên dîlkirî di rekehan de, kelem in di pêşiya azadî û serxwebûna Kurdistanê de.

KDP info

About The Author