We jî çayê belav dikir qurban

Bengîn Elegez

Serkêş û pêşewayê Perestroyka, serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetê Mihail Gorbaçov, bi minasebeta salvegera hewldana darbeya 19ê Tebaxa 1991ê, ji ajansa Interfaxê re axivî û da lotik û zîtirkan.

Gorbaçovê ku nexşeya dinyayê li ser serê wî hatiye neqişandin, ragihand ku di dema serokatîya wî de ji berpirsên Amerîkî re gotiye: „Law oxlim, hûn wek pakêtên qahweyê demokrasîya xwe li cîhanê belav dikin, bihêlin bila mirov ji xwe re tiştina hilbijêrin babam“ û çend lotik avêtine.

Gorbaçovê ku bi siyaseta Perestroyka qûn li Sovyeta berê qetand û kevir li ser kevir nehişt, bawer dike ku Amerîka berê jî ev polîtîka dimeşand û niha jî heman polîtîkayê dimeşîne.

Ê başe sergindoro, Gorbo!

Ma we, yanî Sovyetê jî polîtîka çayê nedimeşand babam? Amerîka wek pakêtên qahwetê demokrasîya xwe li cîhanê belav dikir, we jî polîtîka xwe wek pakêtên çayê û tûtina qaçax belav dikir law. Hûn herdu alî jî qaçaxçî bûn, Amerîka qaçaxçîtîya Emperyalîzmê dikir, we jî qaçaxtîya Sosyalîzmê dikir. Qaçaçî qaçaxçî ye, ha çep û ha rast, ha gû û ha rîx, ferq tune Gorboooooooooo!

Moskow

About The Author