Kurd“ çi komîk in yaw!

Ji hêlekê ve bi dewletê re şer dikin (Ya rast hîn jî tevî min gelek kurd tênegihaştine bê ev şer ji bo çi ye), ji hêlekê ve jî li...

Ji hêlekê ve bi dewletê re şer dikin (Ya rast hîn jî tevî min gelek kurd tênegihaştine bê ev şer ji bo çi ye), ji hêlekê ve jî li ku rûdinin, ba çapemeniyê dikin û daxuyaniyekê li ser daxuyaniyekê didin, da dewlet bi wan re rûne û pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike. (Pêvajoya aştiyê jî entegrasyon e û jixwe entegrasyon jî bi mentiqa“kurd“ û tirkan celebeke asîmlasyonê bixwe ye)

devliken
La hewle wela!
Madem qûna we qûna mirîşkê ye, çavê xwe bera hêka betê nedin, heyran.
Madem mesele demokrasî, aştî, aramî, biratî û tirkiyeyîtî ye, ewqas mirin ji bo çi ye, heyran?
Çima hûn bi milyonan kes dikin qurbana kesekî?
Ji bo hûn xwedêgiravî hêsîrekî azad bikin, hûn Kurdistanekê dikin hêsîr.
Êdî bes e yaw!
Weleh bileh tileh we Kurdistan kir Êşistan.
Nuha Ahmet Kaya sax bûya, rahişta tembûra xwe û ji me re strana, „Ev çi nakokiyeke ecêb e, yadê“ (Bu ne yaman çelişki anne) bigota…

Categories
Devliken KelogirîQuncik
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
  • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

    Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
  • Talîş kî ne ?

    Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...
  • Lê lê lo

    Min got, „Qîza qereçî nabe xatûn“ tu carî, ji qewla pêşîyan… Û „her teyr bi refê xwe re difire“ jî xweş e û ne xerab e. Pêşî û paşî...
  • fotograf

    Doh doh bû, îroj îroj e… Piştî 20 salan îroj, min li fîlmê Fotograf ê Kazim Oz nerî; çendî hindik be jî, keda min jî tê de heye. Feyyaz...
  • Zarokên ji masturbasyonê çêbûne

    Medyaya sosyal qada egoyê ye, ji bo zarok û nezan û xwenezanan. Û nifşê nuh nifşekî ecêb e. Enerjîyeke wan a bêsînor heye, lê heyf ku qîmetê wê enerjîyê...
  • Hasta la vista

    Rojev mîna bêjingê ye, diheje û hey diheje. De bihejîne, zalim, xweş bihejîne! Tu li ser kursîyê rûniştîyî û kî heq e, kî neheq e, tu heq belav dikî...