Seloyê me vê carê govend xweş kir

Av. E. Dîlan

Hevserokê Kurdên sererd û binerd, qeraseyê zilaman, kilê çavê keç û jinên 18-68 salî, delalê ber dilê lotikvanên HDP Selahattîn Hesintaş, vê carê govenda Kurdî xweş û germ û nerm kir.

Selahattîn Hesintaş, ji malpera Sputnikê re çend lotikên xurfanî avêtin û ket serê govebdê û destmala kesk û sor û zer hejand.

Seloyê me ji Sputnîkê re axivîye û gotiye: „Bi şeş telaqên jinberdanê, ez Kurd im, zimanê min Kurdî ye û welatê min jî Kurdistan e. Bi allahwekîl ev ne nîjadperestî û şovenîzm e babam“ û pêde çûye.

Helbet Seloyê me jîr e, şareza ye, parêzer e û zane bê wê li ku xe û li ku nexe. Cîgerim li cem Tirkan dibe Kurdekî Tirkîyeparêz û demokratîk cimhûrîyeta Tirko diparêze, jê re dibe dergevan. Û li cem Kurdan jî dibe Kurd û Kurdistanî girêza devê Kurdan diherikîne.

Werhasilî kelam, Seloyê me bi dewamî anîye zimên ku „divê ciwanên Kurd piştgirîyê bidin hemû destketinên Kurdan û xwedî li wan destketinan derkevin, divê  êdî di rêya çapemeniyê re bersivê nedin hev. Divê çapemeniya Kurdistanê li himberî tevgerên Kurdan û serokên wan zimanekî rêzgir bi kar bînin. Ciwanên ku medya civakî bi kar tînin dibe ku girêdayî partîyên cuda bin. Lê divê dijminatîya hev nekin û rêzê ji hev û dîtinên hev re bigrin. Divê medya Kurdan ji zimên dest pê bike da ku şêweyek bê bidestxistin. Carek din bang  û rica dikim ku islûb û axiftina me, tenê di sînorên rexnegirtinê de bin û ji wî sînorî dernekevin“ filan û bêvan.

Seloyê me herweha xwedî li netewperwerî û netewparêzîya Kurdan derketiye, lê tirsiyaye ku netewperwerîya Kurdan derbasî asta nîjadperestîyê bibe û wê yekê jî wek xeterek mezin dîbîne. Selocan hêvî ji Kurdan kiriye ku netewperwerîya wan derbasî asta nîjadperestî û şovenîzmê nebe û nekevin rêya xelet. Seloyê me daye lotikan û gotiye: „Em neteweyek in. Ewê sosyalîst û çepgirên me jî hebin, wê tevgerên islamî, êzîdî û elewî jî  hebin û herwiha wê tevgerên me yên netewperwer jî hebin. Tenê divê hay ji xwe hebin ku nekevin rêya şovenîzm û nijadperestîyê“ û serê hefsarê hespê xwe berdaye.

Seloyê me herî dawîn mijar anîye ser hevkarîya rêxistin û partîyên Kurd û gotiye: „Yek ji mezintirîn xeyalên min ew e ku hemû tevgerên Kurdistanê bi HDPê re bibin yek û li parlementoyê bi hev re bixebitin“ û kela girî ketiye qirika wî.

Ez serê we û Seloyê xwe neêşînim, Seloyê me vê carê lotikek Kurd û Kurdistanî avêt. Lê bi şertê ku ew lotik nebin zîtirkên nîjadperestî û şovenîzmê.

Ê de li ser xêrê be cîgerim!

Û çavê hemû tevgerên Kurdî jî ronî be.

Wa Seloyê me xeyala xwe gotiye:

Werin bi HDP re bibin yek!

Îcar ew bi HDP re dibin yek, nabin yek, ji vî ve û hûn sax!

Enqere

 

demirtas-670

About The Author