Sefera serxwebûnê bo Bexdayê

Di serdana Serokê RHK’ê Barzanî ya Bexdayê ku li Rojhilata Navîn bi baldarî hat şopandin de babetên serekî serxwebûn û rizgarkirina Mûsilê bû. Barzanî bi şandeyeke ku ji hemû nûnerên siyaseta kurd pêk dihat li Bexdayê digel rayedarên İraqê referandûma serxwebûnê û têkiliyên kurd û ereb nîqaş kir. Çavkaniyên RHK’ê diyar dikin ku Barzanî li ereban pêşniyar kiriye ku Hewlêr û Bexda bi rêyên aştiyane ji hev veqetin.

salih

Mijara din ya hevdîtinên Bexdayê rizgarkirin û piştî DAİŞ’ê rewşa Mûsilê bû. Barzanî di derbarê girêdana xaka kurdnîşên ya heremê de bibiryarbûna xwe ji bo siyaseta ereb diyar kir. Çav li rê ye ku piştî rizgarkirina Mûsilê li heremê bûyerên balkêş biqewimin. Di nav bendewariyên çavderên siyasî de jihev veqetîna İraqê, guherîna rewşa Sûriyê û Rojava û rewşa proseya Tirkiyê jî heye.

Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de ku li Rojhilata Navîn bi baldarî hat şopandin de babetên serxwebûn û rizgarkirina Mûsilê anî pêşberê siyasetmedarên ereb. Di şandeya Barzanî de hemû nûnerên siyaseta kurd cihên xwe girtin û li gor pisporan ev yek jî piştgirî û yekdengiya kurdan di derbarê têkiliyên bi ereban re aşkere kir. Barzanî li Bexdayê digel rayedarên İraqê referandûma serxwebûnê û têkiliyên kurd û ereb nîqaş kir. Rayedarên RHK’ê diyar dikin ku Barzanî pêşniyara veqetîna bi rêyên aştiyane ya Hewlêr û Bexdayê li ereban kiriye.

Girîngtirîn mijara din ya hevdîtinên Bexdayê operasyona rizgarkirina Mûsilê û piştî DAİŞ’ê rewşa bajêr bûye. Barzanî di derbarê girêdana xaka kurdnîşên ya heremê de bibiryarbûna xwe ji bo siyasetmedarên ereb diyar kir.

Herwiha pispor dibêjin hemû katjimêrên siyaset û hêzên heremê li gor Operasyona Mûsilê hatiye eyarkirin. Çav li rê ye ku piştî rizgarkirina Mûsilê li Rojhilata Navîn bûyerên balkêş biqewimin. Di nav bendewariyên çavderên siyasî de jihev veqetîna İraqê, guherîna rewşa Sûriyê û Rojava û rewşa proseya Tirkiyê jî heye. Barzanî di serdana xwe ya Tirkiyê de amajeyê vê yekê kiribû.

Serdana Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) Mesûd Barzanî ya ku di nava hefteyê de ji bo Bexdayê pêk anî bû, bû mijara sereke ya rojeve çapemeniya Rojhilata Navîn. Serokê RHK’ê Barzanî piştî 5 salan digel nûnerên partiyên siyasî yên RHK’ê serdana Bexdayê kir û bi Bexdayê re kete nava bazar û pêwendiyên dîplomatîk. Serokê RHK’ê bi rayedarên İraqê re li ser mijarên referandûma serxwebûnê ya RHK’ê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û Operasyona Misûlê axiviye.

Pêkhatina hevdîtinê ya beriya Operasyona Misûlê, beriya serdanê hevdîtina Cihgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden ya bi rêya telefonê digel Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî û gotina wî ya “Amerîka ligel Kurdistanê ye“, pêşwazîkirina Barzanî ya ji aliyê rayedarên amerîkî ve di Firokexaneya Bexdayê nîşan dide ku rola giring ya Amerîkayê di vê serdanê de heye û ji bo têkiliyên Hewlêr û Bexdayê asayî bibin Washingtonê navbeynkarî kiriye.

Siyaseta kurd li Bexdayê yekdeng bû

Li aliyê din nûnerên partiyên siyasî yên RHK’ê yên ku di nava şandeya Serokê RHK’ê Barzanî de cih girtin, piştî demeke dirêj bi munasebeta vê serdanê hatin cem hev. Pispor amaje dikin ku partiyên siyasî dê demek nêz de bên ba hev û dê şandeyekê avabikin û ev şande dê digel Bexdayê mijarên girîng yên wek serxwebûnê binirxîne. Şandeya ku Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşengî lê dikir; Serokê Yekitiya Olî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Silhedîn Behaeddîn, Cihgirê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resul, Endamê Polîtburûya YNK’ê Mela Bextiyar, Sekreterê Civata Partiya Demokratîk ya Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, Endamê Polîtburoya PDK’ê Roj Nûrî Şawês, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk ya Sosyalîst ya Kurdistanê (PDSK) Mihemed Hecî Mehmed û Fermandarê 70’emîn Lîwaya Pêşmergeyan Cafer Şêx Mistefa beşdarî tê de kirin.

Cihgirê Sekretere Giştî yê YNK’ê Kosret Resul Elî yê ku di nava şandeya digel Barzanî de serdana Bexdayê kir û diyar kir ku şandeya RHK’ê ji bo referandûma serxwebûnê biaxive çûye Bexdayê. Kosret Elî beriya hevdîtinê di daxuyaniyeke nivîskî de amaje kiribû ku Şandeya RHK’ê dê li gel Bexdayê mijarên serxwebûnê, ji holê rakirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, budce û hêviyên gelê Kurdistanê yên siyasî bên axaftin û niqaşkirin.

Barzani Bağdat Ziyareti2

Barzanî: Em ê Mûsilê rizgar bikin

Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî yê ku ji aliyê Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî ve bi protoqoleke asta bilind de hate pêşwazîkirin serdana Serokweziriyê kir. Siyasetmedarên kurd yên ku di şandeya RHK’ê de cihgirtine agahî dan BasNûçe’yê; û gotin di civîna ligel Ebadî de Operasyona Mûsilê, referandûma serxwebûne ya ku niha amadekariyên wê li RHK’ê berdewam dike û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê hatine axaftin. Piştî civînê Barzanî û Ebadî daxuyaniyeke hevbaş dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pêşî Serokwezirê İraqê Heyder Ebadî axivî û ragihand ku ew piştgiriyê didin RHK’ê û ji bo çareserkirina kêşeyên heyî dê xebatên hevbeş bên kirin û dê hevkariya wan berdewam bike. Ebadî behsa Operasyona Mûsilê, mûçeyên karmendan ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibû sedema qeyranê û pertolê kir. Ebadî diyar kir ku di van mijaran de li gel RHK’ê lihevkirin e.

Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî jî diyar kir ku ew jî piştgiriyê didin Ebadî û rawe kir ku di hevdîtinê de ji bo her du aliyan jî li ser mijarên gelek girîng hevdîtin pêk anîne. Barzanî di axaftina xwe de diyar kir ku dê mizgîniya azadiyê bidin gelê Mûsilê. Barzanî eşkere kir ku Pêşmerge û Artêşa İraqê hevkariyek çêkirine û dê Mûsilê ji destê DAIŞ’ê de derbixin: “Em hemû kêşeyên xwe encax dikarin bi giftûgoyan çareser bikin. Nêzîkbûneke stratejîk ya Kurdistanê digel Bexdayê heye. Em ê hemû heremên ku di bin kontrola DAIŞ’ê de ne xelas bikin û ez li vir bangî gelê Mûsilê dikim, em ê demeke nêz de bajarê we azad bikin.”

‘Serxwebûn mafê me yê rewa ye’

Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî ku pêwendiyên xwe yên dîplomatîk li Bexdayê didomîne digel Serokê Koalîsyona Netewî yê şiîyan Amer El Hekîm bi hev re daxuyaniyeke çapemeniyê lidarxistin. Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî amaje pê kir ku navbeyna Hewlêr û Bexdayê de kêşeya baweriyê heye lê belê ji bo ev kêşeyê çareser bikin û têkiliyên xwe sererast bikin di nava hewldanan de ne û wiha got: ”Lêbelê ji bo çareserkirina hemû kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gorî demên borî rewşeke nû û baştir heye. Têkiliyên navbera me de yên dîrokî temînata me ye. Ez bawer dikim ku em ê encamekî bi dest bixin.” Serokê RHK’ê Barzanî ragihand ku li gel hikûmeta navendî ya Bexdayê li hev hatine ku kêşeyan çareser bikin û û wiha domand: “Em serxwebûnê daxwaz dikin û ev yek jî mafê me yê xweristî ye. Em ê vê mijarê digel Bexdayê binirxînin. Ev mijar divê bi têgihiştîneke beramberî hev bê çareserkirin. Hewce ye hemû mijar bi awayekî zalal bên axaftin.”

Barzanî Operasyona Mûsilê jî nirxand û rawe kir ku Hewlêr û Bexda ji bo ku operasyon bi awayekî serkeftî bi dawî bibe li hev hatine û diyar kir ku Hewlêr û Bexda piştî DAIŞ’ê dê derbarê çarenûsa Mûsilê de jî di nava hevkariyê de bin. Ji bilî wan rûdanan di çarçoveya serdana Bexdayê Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî digel Serokkomarê İraqê Fûad Masûm jî hevdîtinek pêk anî.

Cihgirê Serokê PDK’ê: Rojeva Barzanî serxwebûn bû

Cihgîrê Serokê Koma PDK’ê yê Parlementoya İraqê Dr. Tariq Gerdî derbarê serdana Barzanî de ji BasNûçe’yê re ragihand ku di rojeva serdana Barzanî de mijara sereke referandûma serxwebûnê bûye û Operasyona Mûsilê û qeyrana siyasi ya di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de di çarçoveya pêwendiyên dîplomatîk de hatine axaftin. Gerdî diyar kir ku Barzanî dixwaze Kurdistan ji İraqê ve bi awayekî dostane veqete û digel İraqê cînartiyeke baş avabike. Gerdî got ku digel nûnerên partiyên siyasî yên kurd hewce ye hemû rayedarên İraqê rêzdariyê bigrin ji bo mafê biryara gelê Kurdistanê tayînkirina paşeroja xwe. Gerdî amaje pê kir ku piştî Operasyona Misûlê rûdanên nû li benda gelê kurd in.

Ji aliyê din ew civînên ku fermandarên Pêşmergeyan di enîya şer de lidardixin û sewqiyatên çek û cebilxaneyên ji bo aliyê bakur, rojhilat û rojavayê bajarê Mûsilê têne kirin wek sinyalên Operasyona Mûsilê tên nirxandin. Li gorî agahiyên ku rayedarên Wezareta Pêşmergeyên RHK’ê dane BasNûçê’yê dê Pêşmerge herêmeke ewle ya ku bajarokên Şengal, Mexmur, Beşîka, Şêxan, Elequş, Zumar, Rabîa û Hemedaniyê yên ku girêdayê Mûsilê dike nava xwe de ava bike. Pêşmergeyên ku berê Şengal, Mexmur, Zumar û Rabîa ji DAIŞ’ê stendibûn, bi operasyonên dawî bajarokên Beşîka û Hemediyanê dorpêç kiribûn. Rayedarên RHK’ê ragihandin li herêmên bin qontrola Pêşmerge de kampên penaberan hatine avakirin û ji bo piştî Operasyona Mûsilê kêşeya penaberan rûnede hemû bergiriyên xwe kirine.

Memuzînî: Dê heremên kurdan ê Mûsilê vegerin ser Kurdistanê

Nûnerê PDK’ê yê Mûsilê Saîd Memuzînî jî Operasyona Mûsilê ji BasNûçe’yê re nirxand û ragihand ku Wezareta Pêşmerge û Artêşa İraqê ji bo operasyonê li hev hatine û dê operasyon demeke nêz de destpê bike. Memuzînî got Bexdayê ji bo Operasyona Mûsilê tû teahûd nedaye Pêşmerge.

Memuzînî ragihand ku bajarên bakurê Mûsilê cih digrin Şengal, Mexmur, Beşîka, Şêxan, Elequş, Zumar, Rabîa û Hemedaniyê bajarokên kurdan e û Pêşmerge wê wan deveran bi temamî ji destê DAIŞ’ê rizgar bike. Memuzînî eşkere kir cihên kurdnîşîn ku girêdayî Mûsilê ne, piştî operasyonê dê bi rêya referandumê vegerin ser RHK’ê û Bexda jî razî bûye. Bi boçûna Memûzînî Bexda helwesta xwe ya li hemberî Hewlêrê diguherîne û ji bo asayîbûna têkiliyan rayedarên Bexdayê peyamên çereserkirina kêşeyan daye Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî.

Menuzînî derbarê hejmara sivîl û endamên DAIŞ’ê yên ku niha din ava Mûsilê de dijîn jî agahî dan û wiha axivî: “Di navenda bajarê Mûsilê de milyonek û 300 hezar sivîl û li ser 10 hezaran zêdetir endamên DAIŞ’ê dijîn.” Bi boçûna Memuzînî dema operasyonê de dê sivîl berê xwe bidin bajarên kurdan û ji ber vê yekê RHK’ê ji bo penaberên ku dê Mûsilê bên kamp avakirin e. Memuzînî derbarê hêzên ku dê beşdarî operasyonê bibûn jî agahî dan û got dê Pêşmerge û Artêşa İraqê beşdarî operasyonê bibin, Milîsên Heşdî Şabî jî dê gel Artêşa İraqê beşdarî operasyona herêma Şergatê ya ku başûrê Mûsilê cih digre bibe û beşdarî operasyona navenda bajêr tê kirin nabin.

Çürükkaya: Pêwîst e hêzên navneteweyî alikariyê bişînin

Fermandarê Yekitiya Pêşmergeyên Agiriyê Sait Çürükkaya jî derbarê Operasyona Mûsilê de agahiyên girîng dane BasNûçe’yê û ragihand ku warê operasyonê yên leşkerî, siyasî û mirovahî hene û bawer dike ku dê operasyon dijwar û dirêj be. Çürükkaya da zanîn ku piştî Operasyona Mûsûlê dê li ser 800 – 900 hezar sivîl xwe bispêrin xaka RHK’ê û ev yek jî kêşeyên ewlehiyê bi xwe re tîne.

Fermandar Çürükkaya bal kişand ser penaber û kampan û got: “Heger penaber di bajaran de bên bicihkirin, dê sedema kêşeyên ewlehiyê bibin. Ez difikirim pereyên ku Koalîsyona Navnetewî ya Netewên Yekbûyî ji bo penaberan daye Kurdistanê, tenê du meh têr dike. Operasyon herî kêm wê 2 sal berdewam bike. Divê koçberî baş bê organîzekirin.“

Çürükkaya operasyonê ji aliyê leşkeriyê de jî nirxand û diyar kir ku DAIŞ’ê piştê windakirina xaka destê xwe, dest bi damezrandina stratejîyên parastine kiriye û di nav bajaran de tunelan çêkiriye û mayîn raxistiye. Ji ber vê operasyon zû xelas nabe. Fermandarê Pêşmerge bal kişand ser sedemeke din û diyar kir ku sivîlên di nav bajaran de jî dibin sedema dirêjbûna şer. Divê Artêşa İraqê û Pêşmerge jî beşdarê operasyonê bibin. Çürükkaya derbarê îddîayê beşdarbûna mîlîsên Heşdî Şabî de axivî û da zanîn ku bi beşdarbûna Haşdî Şabî operasyon pêş nakeve, dê xerabtir bibe û nakokiyên mezhebî dê kûrttir bibin.

Sekreterê PWDK’ê Taş: DAIŞ nikare li hemberê Pêşmerge bisekine

Sekreterê Giştî yê Partiya Welatparezên Demokratên Kurdistanê (PWDK) Nizamettin Taş Operasyona Misûlê ji BasNûçe’yê re nirxand û eşkere kir ku hêzên DAIŞ’ê piştê êrişên Pêşmerge û bombardimanên Hevpeymana Navnetewî lewaz bûne û dest bi parastinê kirine. Li gor Taş, DAIŞ nikare bi staratejiya xwe parastine biserbikeve. DAIŞ nikare li hemberî çek û firokeyên teknolojiya pêşketine bisekine. Rêxistin bi ‘hêza baweriya’ jî nikare li hemberî Pêşmerge bisekine û serkeftinekê bi dest bixe. Taş derbarê rewşa dawîn ya DAIŞ’ê de diyar kir ku ew rêxistinê di sala dawîn de gelek endamên xwe yên leşkerî û xak winda kiriye. Li aliyê din Taş bal kişand ser têkoşina Pêşmerge û YPG’ê ya li dijî DAIŞ û wisa pê de çû: “YPG û Pêşmerge zerarên mezin dan DAIŞ’ê û wan lewaz kirin. DAIŞ êdî nikare gelek deveran biparêze. Ji ber ku ji bo stratejiya parastinê hêza DAIŞ’ê nemaye û ew êdî nikarin xwe biparêzin û proseya tasfiyeyê destpêbûye.”

Taş derbarê herêmên kurd ên wek Hemdaniyê, Başika û Elekuş ku nêzikê Misûlê da jî da zanîn ku Pêşmerge wê di nava 2 rojan de wan deveran ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin. Taş got hinek sengerên Pêşmerge 10-15 km dûrî Misûlê ne.

Mesrur Barzanî: Guman ji bidawîbûna DAIŞ’ê de nakim

Mûsteşarê Ajansa Ewlehiya Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rizgarkirina Misûlê ji destê DAIŞ’ê ji civînên xwe yên bi fermandarên Pêşmerge û nûnerên welatên Hevpemana Navnetewî didomîne. Barzanî cara dawîn bi Balyozê Birîtanya yê li Tirkiyê Richard Moore hevdîtin pêk anî. Barzanî di hevdîtinê de diyar kir ku di dawiya dawîn de İraq wê ji destê DAIŞ’ê bê rizgarkirin û derbarê paqijkirina wan de qet şîk û guman nake. Li gor Mesrûr Barzanî tiştê herî girîng ew e ku divê di nav xelkên İraqê de ji hev bawerî xurttir bibe. Barzanî li ser rûdanên siyasî û leşkerî yên Rojhilata Navîn û İraqê jî rawestiya û da zanîn pêngavên ku ji bo tunekirin û têkçûna DAIŞ’ê tên avêtin gelekî girîng in.

Barzanî di hevdîtina li gel balyozê îngîlîz de li ser rizgarkirina Misûlê jî rawestiya û bal kişand ser giringîya pêngavan. Barzanî derbarê prosesa piştê rizgarkirina bajêr de jî diyar kir ku piştê rizgarkirina Misûlê ji destê DAIŞ’ê hewce ye di nav mîletan de peymaneke siyasî bê çêkirin.

BasNûçe

About The Author