Hindik mabû ew jî bibe qehreman

Hindik mabû Hurşît jî têketa nav kerwanê qehremanan, lê hezar mixabin, senarîstekî kêrnehatî û beradayî xweziya Hurşît di qirika wî de hişt.
Heyf!

devliken
Wêneyên wî yên herî xweşik kizînî ji dilê gelek jinan anî.
Mîna lehengekî di xewn û xeyalên gelek jinan de bû siwarê hespê boz.
Gelek karxezalan bi wê kurmanciya bedew helbest li ser nivîsandin.
Gelek dê û bavan piştî çûna wî navê vî „qehreman“î li zarokên xwe kirin.
Û gelek dilsoz wek her car dîsa di feqa konetiyê de ji nêçîrvanên bêbext re bûn nêçîrên dilsoziyê.
Lê bila Hurşît moralê xwe xera neke.
Kurdan gelek xwefiroş tevî xwefiroşiya wan ew kirin tac û danîn ser serê xwe û di kolanên zemên de li ser serê xwe digerînin.
Em dîrokê şaş binivîsînin jî, dîrok ê me şaş derxîne.
Li ser xwînê…
Li ser kedê…
Li ser dilsoziyê…
Û li ser ûjdanê baweriyê siyasetê nekin.
Nahlet li hiş û binhişê we yî xwîn jê diherike bê!

About The Author