Xweserî dibe xwelîserî

Bengîn Elegez

Serokê Partîya Lîberal Demokrat ê Rûsyayê xalê me Vladîmîr Jîrînovskî, ji televizyona Rûs Rossiya 1ê re axivî û çend lotikên xweserîyê avêtin.

Xalê me Jîrînovskî, di dema avêtina lotikan de xwêdan pê ket û got: „Tirkiye ji bo çi li hemberî Kurdan têkoşînek dijwar dimeşîne? Ji ber ditirse ku dewleta Tirko belav bibe û tir ji wan bê berdan allahwekîl.“

Xalê me Jîrînovskî yê ku her demê piştgirîya Kurdan dike û qûşê li dewleta Tirk diqetîne, vê carê jî bi heman lotik li dewleta Tirk xist û di pozê Tirkan re anî der.

Xalê me Hecî Vladîmîr Jîrînovskî,  di axavtina xwe de got “ Binerin oxlim, Lîbya, Iraq parçe kirin, kirin sê beş. Di çarçoveya federasyonê de parçe kirin. Lê nikarîbûn Misir parçe bikin. Li wir ji bilî Erebên sune ti qûnreşên din tunebûn. Çima Tirk ditirsin xweserîyê bidin Kurdan hûn zanin? Çima Tirkiye li hemberî Kurdan têkoşînek dijwar dimeşîne? Ji ber ku Tirkiye dibîne hemû federasyon hildiweşin. Heke xweserîyê bidin Kurdan, wê Tirkiye hilweşe û qûn li wan biqete. Tirkiye wê bibe parçeyekî biçûk û êdî kes hesabê wê bi kîrê xwe nake. Ma Yugoslavya û Yekîtiya Sovyetan çima hilweşîya? Ji ber ku tirşika xweserîyê xwarin û bi wê tirşika xweserîyê virikî bûn û jihevde ketin“ û pê de çû.

Yanî, li gor Hecî Jîrînovskî, dewleta Tirk bi qûna xwe ne bawere ku xweserîyê bide Kurdan.

Çima?

Ji ber ku wê xweserî rê ji serxwebûn û cudabûnê re veke û wê dêya dewletê bê gan, wê ji Yugoslavya û Sovyetê xirabtir bê serê Tirkan.

Îcar we fêhm kir bê çima hevallerên me doza xweserîyê dikirin ne wilo?

Taktîk e heval, taktîk!

Moskova

About The Author