OLYMPUS DIGITAL CAMERA

Ji xwe re li dahol û zurnê xin!

Li gor ku em dibihîsin, dibînin û car-carna di nav de jî dijîn, rewşa Başûr, roj bi roj xerabtir dibe, kêr gihaye hestî û bêzarî jî gihiştiye serê pozên xelkê. Ev bûn (panzde meh) ku xelkê, tenha (du) mûçe (miaş) wergirtine, ew du mûçe jî, bi hezar minet ûxwelîlserî dane xelkê. Serok û Qerasên Başûr jî, çilo devê xwe vedikin, dibêjin: pere tune ne. lê kerê min jî dizane ku ev gotin bê bingeh in û tenê derzî û şûjinan dixin çavên xelkê. Eger li ser ruwê vê erdê bigerin, qet mînaka hukumranî wek ya Başûr di yek qorzîkê de nabînin. Li gor ku Aştî Heramî (wezîrê petrola Başûr) dibêje û mbazoikur tê, rojane di navbera 600-700 hezar bermîl petrolê dişînin derve, ev ji bilî ya li hundir tê firotin û ya bi dizî û mizî, bi tiran diçe Iran û Tirkyê, ji bilî dahata ser sînoran û ya navxwe ku ew jî bi sedan melyon dolar in haa! Bi rastî, Başûr kirine Sêgoşeya Permûda ku hemî tiştî dadiqurtîne! ê ne tenê ev dahat, lêbelê ku Derya Reş û Sipî jî bibe petrol, têra van diz û mafyanan nake law! Malmîratan wek Simirmir in, têrxwarin nemaye!

Ev bûn çend meh ku li Başûr hemî tişt serûbin bûye, bi taybetî ku nedewamkirina mamostayan û girtina deriyên dibistan û zanîngehan, bandoreke zor nerênî li duwaroja xwendevan kiriye. Qêr û hawara xelkê ye ku daxwaza mafên xwe yên rojane dikin, lê heta niha, tenha yek berpirsê vê hukûmeta ku bêhn pêketiye, nehatiye ku du gotinên xweş bibêje û hêvîyekê ji bo vî xelkî çêbike. Ev rewş li xerabtirîn welatê dinyayê ba, niha dehan car hukûmet hatiba guhertin û xiyarên Mêrdînê li qûna gelek wezîran ketiba, lê xuyaye dolarên petrolê û dûmana xaza bin vê erdê li dil û çavên berpirsên vê herêmê dane û ew bê hest û bê çav kirine. Bi şev û roj petrol diherike, lê pereyên wê diyar namînin, ev çilo dibe û çawa dibe, kes nizane! Xwedê bi xwe jî nema çep û rast jihev derdixe ellawekîl!

Dibêjin Mele Nesredîn (Cuha) carekê, du kîlo goşt tîne malê û ji jinikê re dibêje: hurme, vî goştî bi savarekê re ji bo me bike şîv! Piştî pepûko ji mal derdikeve, jinik bang li cîrana xwe dike û radibin wî goştî dibrêjin û hemî dixwin, xuyaye xera dibûn, porkurno ew goşt hemî xwarin! Êvarê mele Nesredînko bi kêf tê malê û bi rê de difîkîneee! Çima naaa, mêro tê ser goşt û savarê! dema gihişt malê dît ku madê jinkê nexweşe. Çima hurme? Çi bela teye? Mele dibêje. Jinikê jî, berê xwe hazir kiriye ku wê çi bersivê bide mêrê xwe: mane heyran! bêxwedîka wê pisîkê hat û ew goşt hemî xwar, erê bi Xwedê ez bi wê şaşika serê te kim Nesredin! Xoce jî qerasakî zilama bû, fen lênedibûn, rabû çû pisîk anî û danî ser mêzînê û wezna wê temam du kîlo derçû. Xoce gotê: keçê porkurê! eger ev dû kîlo wezna goşt bin, ma ka wezna pisîkê? û eger giranya pisîkê bin jî, ê ma ka wezna goşt? êdî çara jinkê nema, rabû li xwe mikur hat!

Ev oxlim û kakacanên Başûr jî, ewqas hesab û mesab tevlihev kirine, ji goştê zikê pisîkê xerabtir kirine û êdî Xoce nesredîn jî ji gorê rabe, jihev dernaxîne!

Di civînekê de, Aştî ziktilêrî dibêje: eger bermîlek neft bighê melyonek dolar jî, ev rewş çareser nabe ku bi vî rengî van peran belav bikin. Ez bi qurbana serê te yê zelût û wî guhê pan bim, belav mekin bira, belav mekin! lê tişkî matmayîtir jî got: eger ez nebim, tukes vê petrolê ji Başûr nakire. Her roj kompanyayên derve telefona min dinkin û dibêjin: ha ma hîn tu li wirî? Eger tu li wir nebî, em petrolê ji tukesî din nakirin haa! Kuro de were û kevirên van deşt û çiyan bi ser xwe de nebarîne! Kuro hey min di wilo bazirganî kirî, min di wilo hukumranî kirî, we ev welat talan kir, we ser erd û bin erd dizî, ma we têr nexwar?

Ez gelekî çav li rê bûm, ku rojekê, Serokê Herêmê bê ser televizyonê û her nebe, bi gotineke xweş, bi sozekê, dilê vî xelkî xweş bike û wan hinekî razî bike, lê min Serok nedît. Lê gelekî mixabin! berî du rojan Serok Barzanî zimanê wî geriya û şukur axifî. Meseleyeke erebî heye, dibêje ku filan deng nake, lê ku deng dike dibêje deve (hoştir). Ez ji gotina vî serokî, bi rastî matmayî mam. Welleh mirov ya xwedê bêje, min got çi? min got wê ev serok daxwaza lêborînê ji gel bike li ser vê rewşa xerab û bê mûçeyî, û wê biryara girtina diz û mafyayên petrolê bide, wê destên wan di qeydan xîne û xiyarên binê berya Mêrdîne yeko-yeko di qûna wan xîne, ta ku li dinyayê bibin ibret! Gelek mixabin hêviyên min, wek hêviyên van jinebiyan û dayikên wan şehîdan, ku ev bûn panzde meh, yek qurûş di binê bêrîkên wan de nemaye, li ber ba çûn! Bi rastî Serok deng nekir, lê ku deng kir, fîl xist şûna deve û li ser vê rewşa hestyar û tirsonak wilo pêde çû: ew ji xwe re tiştan dinivîsin, sema dikin, xeberan dibêjin, çi dikin, bikin! bi rastî, ne em guh lê digrin û ne jî hesaban bo dikin. Dema serokek van gotinan ji gelê xwe re bibêje û guh nede daxwazên wan, baş bizanibin ku, duwaroja wî serokî û ya wî gelî dikeve nav çiravê!

Li gor xuyaye, rewşa Başûr di xeterê de ye, dolaran li dil, guh û çavên berpirsên Başûr daye, ew bê hest kirine, ker û kor kirine û eger li xwe venegerin, baş bîr nekin, berjewendiyên gel û welêt nexin pêş berjewendiyên xwe, wê rojên reş û tarî li hêviya wan bin û vê carê jî weku carên berê, wê li ber dergûşên zarokên xwe bilorînin û keserên kûr pêre bikşînin: ax felekê, te çima li we wa kir!

Kurdistan, 19.11.2016

 

About The Author