Rewşenbîr û yekîtîya netewî

Şerefxan Cizîrî

Gava ku hinek sîyasetmedarên Kurdan ne alîgirê yekîtîya netewîbin, em dikarin qala îdeolojî, berjewendî, heremparezî, hişmendiyeke qels û sîyaseteke çewt bikin. Ji ber ku rêxistinên siyasî armancên xwe li gora dîtînên xwe li ser rewşa dinyayê, li gora berjewendiyê tebeqe û çinên sosyal, li ser nêrînên xwe ku li gora mafên mirovan, demokrasî û azadîya hatine çespandin formule dikin. Program û rêgêzên sîyasî, pratîk û bîrdozî di vî warî de belgeyên helî şênberin. Guftûgo dîvê li ser wan bingehan bilind bibe, dîsa pêwendî li ser wan rêgêzan divê werin niqaş kirin.

Weke rewşenbîrên netewî divê mirov dozê li siyasetmedarên Kurd bike ku ev berjewendiya tevahî ya netewa me bidin ber çavan û pêşeroja netewa me li Rojhilata Navîn li gora mafê çarenûs çareser bikin. Divê rewşenbîr ji bona yekîtîya netewî bi dengê bilind şabaşan bikin… Ji ber ku ev mafê hanê yê hemû netewan e, yê hemû gelan e, di dîrokê jî de ev wilo ye, di dema modern jî de ev mafê hatiye çespandin. Kurd jî divê li ser bingehê vî mantiqî parezvanîya xwe pêş bixînin û doza yekîtîya netewî bînin rojev e. Ji ber ku yekîtîya netewî mafê hemû netewan e! Ji ber ku wekhevîya netewî dîsa mafê hemû netewan e!

Ma qey wekhewîya netewî ji bona Kurdan derbas nabe? Ma Kurd kêmî kê ne? Ma Kurd di dinyayê de lawê jinbavê ne? Ma ev maf wê çîma ji bona hemû netewan derbas be lê ji bona Kurdan derbas ne be? Heger mafê hemû netewan hebe ku yekîtîya xwe ava bikin – îro li hemû dinyayê ev rêgez hatiye çespandin- gelo wê çîma mafê Kurdan tunebe ku ew jî yekîtîya xwe ya netewî avabikin? Di vê mijarê de em dikarin pirsên çimayan gelek zêdetir bikin. Lê hewce nîne.

Em dizanin ku di gelek welat de pêşengiya yekîtîya netewî hergav ji hêla rewşenbîran vê pêşewazî lê hatiye kirin. Rewşenbîran rê vekirine. Ev di şoreşên dinyayê jî de wilo ye. Li Elmanya, li Îtaliya, li Polonya, di şoreşa Frensa de, di ya Emerika de û gelek deverên din ev rastî wilo pêşve çûye. Yekîtîya Elmanya û Îtalîya pêşî di xebata pewşenbîran de derkete pêş. Berî hemû tiştî rewşenbîr ji alıyê hest û ramanan de bingehêkî darizandinê de di nava gel de afiran dibûn. Bi hemû çalakiyên xwe yên rewşenbîrî, bi helwest û pratîka xwe, bi pîvanên exlaqî hişmendiyeke hevbeş avakiribûn. Ji bona yekîtîya netewî bêjeyeke ku bangî hemû kesan dike pêk tîanin û tevgereke li dardixîstin. Ev tevger ne tenê sîyasî bû. Ev tevger civakî bû, ramanî bû, hunerî bû, exlaqî bû, psîkolojî bû, mirovî bû. . Ev bêjeya ku netewî bû, ruh û canê mirovan zeft dikir û mirov berbî armancên mestir de bi rêve dibirin. Di vê bêjaya netewî de drama hebû, trajedî hebû, kambaxbûn hebû lê pêre pêre jî dahatûya netewayekî dihatê avakirin, dihate ristin. Hêvîyek dihate avakirin, ramanek dihate hûnandin, projek dihate nivîsandin. Hemû pêwistiyên ku ji bona yekîtîyek netewî pêdivî bi wana hebûn dihatin rêzkirin û sîyasetmedaran jî li gora vê rastîya xeta xwe dîyar dikirin.

Bêjeya netewîya Kurdan jî divê tije raman, hest, ruh, hêvî be û pêşerojek azad pêşkêşî netewa me bike. Di vê bêjeyê de divê mantiq û berxwedan bi hevdû re bimeşin. Ji bona em bigihêjin armanca xwe, em divê ji tecrubeyên dinyayê sûdê werbigirin.

Di vê mijarê de ji bona minak; di demeke dîrokî de welatê Îtalîyan ji heft beşan pêk dihat. Di hinek beşan de şahitî hebû, hinek li gora rêgezên komartiyê pêş ve diçûn, hînekan sistemên tevlihev bikartanîn. Hinek ji wanan dibin desthilatdarîya biyanîyan de bûn. Hemû serdestên Îtalîya qîma xwe bi perçebûna welatê tîanin û berjewendîyên xwe di ser berjewendîyan netewa Îtalî re digirtin. Ango rêgez û helwestên sîyasî dibûn sêncek, dıbûn dîwarek û li pêşîya yekîtîya netewî radîwestîyan. Lê

welatperwer û rewşenbîrên weke Mazzînî û Garîbaldî ev pergala çewt şikenandin û berê gel danê armancên mezintir. Bêjeyeke netewî ji bona hemû Îtalîyan avakirin.

Werhasil, netewa Îtalîyan yekîtîya xwe ya netewî avakirin û netewa xwe ji perçebûn û hûrbûna heremî rizgarkirin. Elmanan jî wilo kirin, Polonîyan jî wilo kirin ûhw… Em jî îro bidilovanî navê wan rewşenbîran û sîyasetmedaran bîbîrtinin û dibêjin şabaş jî werakan re! Şabaş ji rewşenbîrên ku dikarin rexneyan li desthilatdaran bigirin û êrîşî pergalên ku ketine pêşîya yekîtîya netewa me bikin. Şabaş jî rewşenbîrên ku yekîtîya netewayî diparezin re. Şabaş ji rewşenbîrên ku kurdîtîya xwe diser berjewendiyên xwe yên şexsî digire. Rewşenbîrên ku dev ji dozên berdane, netewa me wana jî baş nas dike. Ewên ku hîna jî di derdê gepa nanê xwe de ne û li ser sifreyên desthilatdarên pozbilind ji xwe re li kûrtêlan digerin, ji xwe ew pêwendîya wana bi rewşenbîrtiyê re nemaye û pênasîya rewşenbîrên netewî qet li bêjna wana naye!

Ma rewşenbîrên ku nikaribin doza gelekî bindest bıparezin, wê di rewşenbirtiya xwe de parezeriya çi bikin gelo?

Nusaybinim.com

About The Author