Belê, sê serokên me hene xwîşka min!

Dilsotî

Belê

Sê serokên me hene xwîşka min!

Yek Kurmanc e

Lê li dijî Kurmancî ye

Yek Soran e

Lê li dijî dewletek Kurdî ye

Yek jî nîvKurd e

Lê dibêje celadê Kurdan rêberekî dîrokî ye

 

Belê

Sê serokên me hene xwîşka min!

Yek serok e

Serokayetî her ji mafê wî û malbata wî ye

Yek serwer e

Serwerî her ji bo wî ye

Yek rêber e

Ji bilî wî ti kes niye

 

Belê

Sê serokên me hene xwîşka min!

Yek bi Soranî diaxive

Em nizanin çi dibêje

Yek bi nîvSoranî diaxive

Em dibêjin: Şeker dirêje

Yek bi tirkî dibêje

Êdî em tev kirine gêj e

 

Bes e, xwîşka min, bes e

Çîroka min û te dûr û dirêj e

About The Author