Gelek ji Kurdên me yên xwelîser û belqitî li dijî Kurdistanê ne û qûna xelkê dalêsin, kumê dagîrkerên xwe didin serê xwe. Lê xelk û alem jî ji Kurdistanê hez dikin û dixwazin Kurd jî bibin xwedîyê dewleta xwe.
LÎztikvan û starê Amerîkî Rîchard Gere, di derbarê Kurdistanê de ji çapemenîya Kurd re çend lotik avêtin û hezkirina xwe pêşkêşî Kurdistanê kir.
Rîchard Gere, ku di xortanîya xwe de kilê çavên keç û jinên 17 heta 90 salî bû, li Berlînê axivî û got: “ Ez bi serê Donald Trump û Serok Barzanî kim, em ji Kurdistanê pir hez dikin. Divê em hay ji hev hebin û bi hev re bin, divê em hevdu hembêz bikin, em tev yek in“ û da lotikan.
Ne tenê Rîchard Gerê, stêrên mîna Angelîna Jolîe û gelekên mîna wan jî anîne zimên ku ew ji Kurdan û ji Kurdistanê hez dikin û piştgirî dane tekoşîna gelê Kurd.
Lê çi hikmet be, hinek Kurdên xwelîser û bixwederîtî li dijî Kurdistanê ne û dixwazin devê Kurdan tim û tim di nav gûyê dagîrkeran de be.
Hey xwedê topa qiyametê di nav şeqê we de biteqîne erê wele, ma hûn ji Rîchard Gere jî şerm û fedî nakin oxlim?
Berlîn
More Stories
5ê Mijdarê yan dîk dibe serok, yan mirîşk
Narînê hey Narîn hey Narîn…
Milletê bê xwedî, welatê bê sermiyan