Xalê me Mislim xwe ji PKK daweşand

Bavê Cengo

Hûn dev ji mirovan berdin, bi allahwekîl heta bi çîçik û mirîşkan jî zanin go PYD bask û şaxê PKK ye. Heta bi dîk û elokan jî zanin go PKK dê û bavê PYD ye.

Kuro ma hewceye meriv hevdu bixapîne û vir û derewan li hev bike qurban, na canim..

Meriv çi be, çi tişt be, ew e wî..

Ne eyb e û ne jî qebhet e.

Werhasil…

Serokê PYD û qeraseyê zilaman xalê me Salih Mislim, ji Dengê Amerîkayê re axivî û çend lotikên ekolojîk û demokratîk avêtin.

Xalê me Mislim, bi serê Donald Trûmp sûnd xwar û di derbarê çek û sîlehên ku Amerîkayê ji YPG re şandine got: “ Ez bi serê we û Donald Trûmp kim, em zêde têkildarî kar û barên leşkirî nabin. PKK bûyerek cuda ye. Şêwaz û kiryarên wê bi xwe hene. Lê wê tucarî çek û sîlehek neçe ji PKK re. Ez bawerim kesên go çekan didin me jî tedbîra vê yekê distînin, garantîya xwe distînin“ filan û bêvan.

Xalê we Salih Mislim, di axavtina xwe de eşkere kir go tu daxwaza Kurdan a go korîdor û navgînekê heta bi Derya Spî vekin û xwe bigihînin Derya Spî, tuneye. Di vî warî de tu plan û projeyên wan tunene û got: „Bi allahwekîl, ez bi serê Beşar Esed kim,  cîhên go Kurd lê dijîn em jê re Rojava dibêjin. Em xwe diparêzin, ango bi mafê xweparaztina meşrû tev digerin. Em êrîşî kesekî nakin û herêma xwe berfirehtir nakin. Em bi pêkhatên Sûriyê re li çareserîyek demokratîk digerin. Li şûna go kêfa Tirkiyê ji vê helwesta me re bê, radibe li dij derdikeve û lotikên çewto mewto davêje. Bi namûsa mêrê çê, di şeş salên borî de li hember Tirkiyê tu tehdît û çalakîyên me çênebûne. Tirsek Tirkiyê heye, ew jî fobîya Kurdan e. Kurdek li kuderê hebe Tirkiye dixwaze rê li ber bigre û destûrê nade go Kurd bigihên mafên xwe yên demokratîk. Ev dijminatîya Kurdan e, ne tiştekî din e. Fobîya Kurdan bê wate ye û Tirkiye ji ber vê yekê gellek tiştan wenda dike“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam, xalê me û we Salih Mislim xwe ji PKK dawşand û toza wê li xwe dananî. Mislimê me bi serê Îsa, Mûsa û Mihemed pêxember sûnd xwar go tu nêta wan û xwegîhandina Derya Spî tuneye û dewleta Tirk belasebeb bi xwe de dîrî û ditirse.

Ê de lotika xalê me Salih li ser xêrê be, siyaset û zimanê dîplomasîya wî pîroz be rebbî…

Qamişlo

About The Author