RÊZIKÊN ŞERÊ SERHEDÎYAN

Li bajarên Serhedê qirecir û şer kêm nabe, li ser gelek tiştên biçûk dilê hev dişikînin. Her çiqas bibêjin “ nezanî- cahilîye” jî rêzikên şer û pêvçûnên wan jî hene.

Li gundekî bajarê Mûşê du malbat, ji bo ku golikek kete ser loda gîhayê wan, şer kirin. Bi bêran, bi daran li hev ketin, serî guh li hevûdu şikandin. Hevûdu perîşan kirin. Paşê cîran ketin navbera wan û ji hevûdu qetandin. Serê birîndaran bi isûla berê bi şekir derman kirin ku kew bigre û pak bibe.

Piştî şer û pêvçûnê, serokê malbatê Hecî Zahir zivirî ser malbatê, bang li kurên xwe kir: “ Mêze me û mala Sebo şer kir û qedîya. Niha baş guh bidin min, em naçin qereqolê gilîyê wan nakin ev yek. Kuro Mexsûd tuyê êvarê biçî li ber loda gîhayê mala Sebo heta sibe nobetê bigirî ev jî dudu.”

Mexsûd: “ Bavo, mala Sebo neyarê me ne, ez çima diçim nobedarîyê li loda gîhayê wan dikim?”

Hecî Zahir: “ Kurê min, neyartî jî bi merdane tê kirin. Me û wan li hev xist, wê yekî din bi şev biçe loda gîhayên wan bişewitîne ku bikeve stûyê me.”

Werhasil.

Ev mesele jî zelal dike, ne dewleta Tirk, ne dewleta Ereb, ne jî dewleta Faris bi qasî eşîrên ku dibêjin “nezan-cahil” ne merd in. Biqasî kevneşopîya eşîran heq û hiqûq nizanin. Nexwe ev dewletên dagirker hiqûqnezan û çete ne.

About The Author