Serxwebûna Kurdistanê ma li hêvîya sofîkên Îranê

Referandûma serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe û di vê derbarê de herkes dide lotik û zîtirkan. Hinek piştgirîyê didinê, hinek li dij derdikevin û hinek jî hem li defê dixin,...

Referandûma serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe û di vê derbarê de herkes dide lotik û zîtirkan. Hinek piştgirîyê didinê, hinek li dij derdikevin û hinek jî hem li defê dixin, hem li zirnê.

Axir…

Kevnebalyozê Amerîka yê Tirkîyê û Iraqê James Jeffrey, ji lotikvanên Rûdawê re axivî û di derheqê referandûma serxwebûna Kurdistanê de çend lotikên şikestî û seqet avêtin.

Çi gotiye Jeffrey efendî?

Gotiye: “Bi her şeş telaqên jinberdanê, ez bi serê serok Trump bikim, halîhazir welatê min piştgirîyê nade serxwebûna Kurdistanê. Amerîka bi wê yekê re ye ku Iraq wek welatek yekgirtî, demokratîk û federal bimîne. Lê helbet serxwebûna Kurdistanê girêdayî lotik û zîtirkên sofîk û melayên Îranê ye” filan û fîstan.

Û lotik û zîtirkên Îranê çine?

Jeffrey efendî dîsa gotiye: “Lotik û zîtirkên Îranê ev in; heke Îran bixwaze wek Sûrîye û Lubnanê bîne serê Iraqê û di kefenê 101 bavê Iraqê ke, heke Iraq têkene nav alozîyek mezin û wek şorba nîskê tevlihev bibe, wê gavê belkî helwesta Amerîkayê bê guhertin û piştgirîya dewleta Kurdistanê bike. Her tişt girêdayî lotik û zîtirkên Amerîkayê ye allahwekîl” û pêde çûye.

We fêhm kir ne?

Yanî, qedera Kurdan di destê sofîk û melayên Îranê de ye. Heke sofîk û melayên Tehranê Iraqê jî wek Sûrîye û Lubnanê jihevde bixin û bikin pelûla Îranê, wê Amerîka nuh ji xewê veciniqe û ji serxwebûna Kurdistanê re bêje erê. Na heke Îran Iraqê wek xwe bihêle û dest û lingên xwe heta bi qurmik nexe Iraqê, wê Amerîka morîka xewê têxe guhê xwe û dengê xwe neke.

Îcar rabin û rûnên û dua ji xwedê re bikin gelî Kurdino.

Dua bikin go Îran di kefenê 101 bavê Iraqê ne û kevir li ser kevir nehêle û hew.

Yan na, bi allahwekîl wê hefsarê me dîsa bi rîha sofîk û melayên Îranê û Erebên qûnreş ve bê girêdan û hûn sax…

 

Categories
ArşîvKadînNivîskarPîrkemal
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...