Xaltîka me Nancy got: „Kurd ne jibîrkirî ne“

Kevîn Kurdson

Balyoza Amerîkayê xaltîka me Nancy Soderberg, nivîsek di trojnameya The Washington Post de belav kir, çend lotikên pîroz avêtin der û dorê, bi şeş telaqên mêrberdanê sûnd xwar û got: „Ez bi serê serok Trump bikim, êdî Kurd ne milletekî jibîrkirî û ne bi tenê ne“ filan û bêvan.

Xaltîka me Nancy Soderberg, sernivîsa gotara xwe kiriye „Kurd êdî ne milletekî jibîrkirî ne“ û gotiye ku divê referandûma serxwebûnê bê destekkirin û Kurdistan ji bo aramî û ewlekarîya cîhanê pêwist û girîng e.

Xaltîka me Nancy Soderberg, di nivîsa xwe de bi serê serok Trump sûnd xwariye û gotiye: „Di referandûma 25ê Îlonê de wê beşek mezin ji Kurdan hêvî û kama serxwebûna xwe bînin zimên. Helwesta ku wê Hikûmeta Kurd, Amerîka û dewletên herêmê ji encama referandûmê re nîşan bidin ji bo aramî û ewlekarîya herêmê pir girîng û jiyandar e. Bi sedê salan e mafê çarenûsa milletê Kurd tê înkarkirin. Ji peymana Sykec-Piqoute û heta îro Rojavayîyan di siyaseta herêmê de rolek sereke lîztin û gûyekî nebaş xwarin. Îro Iraq ber bi parçebûnê ve diçe, Kurd jî berê xwe didin serxwebûnê. Dewletên herêmê û Amerîka divê vê rastîyê qebûl bikin û birêve bibin“ û daye lotikan.

Nancy Soderberg, behsa helwesta Amerîkayê jî dike û dide zanîn ku herçiqasî Amerîka alîgirê Iraqek yekparçeyî be jî, lê ji 1991ê û vir ve dewletek Kurdî ava bûye, hikûmeta qûnreşên Bexdayê sozên ku dabûn Kurdan pêk neanîne û evê yekê jî Kurd mecbûr kirine ku berê xwe bidin serxwebûnê.

Ez serê we û xaltîka xwe Nancy xanimê neêşînim, Nancyka me di dawîya lotikên xwe de gotiye: „Bi allahwekîl, KUrd bûne dostên herî baş yên Amerîkayê. Lotikvanên Waşîngtonê sedî sed karin bawerîya xwe bi Kurdan bînin“ û xatir xwestiye.

Ê de lotika xaltîka me Nancy Soderberg li ser xêrê be, yezdanê pak li bihuşta gewrik 72 Nûrîyên germik û nermik bike nesîbê wê rebbî…

Waşîngton

 

About The Author