Hingî çewal ketin serê wan, bûn çewalcî

Firildeq Elî

Heke bê bîra we, berî çend salan lotikvanên Amerîkî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê çewal xistibûn serê eskerên Tirk û ew tirek kiribûn. Lê balkêş e, piştî çewalên Amerîkayê, xuyaye rayedarên Tirk jî hînî çewalan bûne û dixwazin qaşo çewalan têxin serê Kurdan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu efendî,  li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê axifî, da lotik û zîtirkan, çend tir û fis ji ber serê xwe berdan û got: „Bi şeş telaqên jinberdanê,  wê Tirkîyê we hemûyan bixe hundirê çewalan, devê wan girêde û we bavêje cîhekî“ filan û fîstan.

Yanî çi?

Yanî, wê keçelo 50 milyon Kurd têxe çewalan, devê çewalan bidrû û Kurdan bavêje cîhekî.

Peeekkkkk li vê zirtê, li vê zîtirka kesanedî!

Kuro Silêmanê Dunikil, law hîna bêhna çewalên Amerîkayê ji serê te û eskerên te tê kuro, ma tu fedî nakî tu behsa çewalan dikî wezîro!

Wîîîîîî, law bi namûs aniha hat bîra min ha!

Hûn zanin Silêmanê me çima behsa çewalan dike û çewal pê xweş hatine?

Ji ber her roj çewalan tije pare dikin, bi çewalan pareyên Tirkîyê didizin ji ber wê çewal hatine bîra wî allahwekîl…

 

Stenbol

About The Author