Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye

Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye, sohbet û şevbuhêrk hemû li ser siyasetê û dîn e.
Wê şevê em li malekê mêvan bûn. Ji xêndî me du ciwamêrên din jî rûniştibûn.
Piştî hin henek û laqirdiyan mijar bû dîn.


Yekî ji wan mêvanên berî me rûniştibûn devê xwe bir û anî, got:
„Wexta meleyê gundê me quranê bermeqlûb-ters dixwîne, hebên ceh xwe li dîwêr digirin, bi dîwêr ve radipelikin.“
Di ber xwe de bû „lahewlebela“ya min. Dengê min çû wî ciwamêrî. Xwe aciz kir. Li min nerî, got:
„Qey baweriya te tune ye, ciwamêr?“
Mazûvanê me fêhm kir şerek dike dest pê bike.
„Mêvan ji mêvan aciz e, mazûvan ji her duyan.“
Min got:
„Tu karî min bibî cem wî meleyî?
Got:
„Erê, lê çima?“
Min got:
„Ez ê kîrê xwe rep bikim, bila ew jî li ser kîrê min bixwîne. Heger kîrê min sist bû û daket, ez ê herim xwe bavêjim dexl û bext û dergeha wî, heta taliya emrê xwe ez ê li pey wî nimêj bikim.“
Yek ji wî û yek ji min, carekê min dît ku li ser serê me hicac e; mazûvanê me di bin min de ye, mêvanê din jî di bin mazûvan de bêhn lê çikiyaye, pîrek wî ji bin me dikişîne…

About The Author