Zina WERTÊ

Her wexta ku Kurdistan ber bi rewşek baş ve diçe û bûyerên xweş tên ber dergehê Kurdan, MÎT û ÎTLAAT bi rêya PKK û YNKê xençera xwe li pişta Kurdên belengaz didin. MÎT li Qendîlê û ÎTLAAT ji li Silêmanîyê biryara tunekirina Kurdan didin. Malbata Îbrahim Ehmed û Şêx Cengî aliyên Sefewî ne, şagirtên APO û Yalçin Küçük ji fermandarê Osmanlîyan in. Serdem ji Çaldêran e qurban.

li navçeya Zina WERTÊ, ewladên Sefewî û Osmanlîyan senger li beramberê Pêşmergên Kurdistanê girtin. Ev navçe ser bi Herêma Kurdistanê ye û ji bo Kurd û Emrîkayê cihekî stratejîk e. Îran dixwaze ev navçe bikeve bin destê wê, da ku bikare alîkariya wan kes û grûpan bike ku meqaşê destê wê ne ji bo sojandina Kurdan e. Li gor Emrîka jî ev cih xeta sor e. Çunkî balefirgeha Herîrê nêzîk e û bingehê mezin ê Emrîka jî li wêderê cîh digire.

Berî çend rojan fermandarê nû yê sûpahê pasdarên Îranê û Cemîl Bayik li Qendîlê bi hev re civîyan. Duran Kalkan û Mustafa Karasu jî bi rayedarên MÎTê re peywendî kirin. Li Silêmanîyê jî ÎTLAAT bi Lahûr Cengî re civîya. Li vir bûyer dest pê kir. PKK çend gerîllayên xwe şand wêderê û Lahûr Cengî jî ferman da ku Hêza Dijê Terrorê ya YNKê ber bi zina WERTÊ ve berê bikevin. Lê ev hêz li bajarokê Ranya hat rawestandin û Emrîka ji kurê Cengîyê cehşê cotşeş re got: Hêdî bajo oxlum, Stopp! Piştre hêzek ji pêşmergeyên YNKê çûn wêderê bingeh vekirin.

Piştre Hikûmeta Herêma Kurdistanê dît ku Îran dixwaze destê xwe bavêje cihên stratejîk ên Kurdistanê, bi fermana Wezareta Pêşmergê, hêzek Pêşmergên Kurdistanê birin vê navçeyê. Lê yekser PKK gef li Hikûmeta Kurdistanê xwar ku ev hêz neyê vekişandîn, wê şerê birakûjî çêbibe! YNK jî daxuyanî da û daxwaz kir ku ev hêza Wezareta Pêşmerge li wêderê nemîne. Lê qet ji PKKê re negotin çi karê we li wêderê heye. Sebeb? Gelek hêsan e qurban: Îran ferman dide û herdu hêz jî xulamokên wê ne babam.

Bûyera herî eceb ev bû, wextê ku Lahûr Cengî seredana hêzên YNKê kir, li wêderê, di heman wextê de balefîrên Turkîyê bingehê PKK xapûr kirin û çend gerîlla jiyana xwe ji dest dan. Yanî kurê Cengî ji Turkiyê re got: Ez dikarim ji bo we cehşekî çêtir û aktîvtir bim. Sûbhanallah! YNKê di yek wextê de dikare bibe cehşê tevahîya dagirkerên Kurdistanê. Rojekê gora Atatirk maç dikirin, rojekê di pirseya Xûmeynî de rondik dibarandin, rojekê digotin bav û bapîrê me jî Esedî bûne, rojek din jî mil bi milê sê leşkerên dewletên dagîrker li Pîrdê û Sihêla û Mehmûdîyê şer li dijî Pêşmergên Kurdistanê dikirin. Ji 1964 û 1966 ve heta niha, vana cehşzade ne.

Duran Kalkan jî di hevpeyvînekê de çend roj berê got: Divê PDK wê hêzê ji wêderê vekişîne. Heke venekişin, em di şerê brakujîyê de ne berpirsiyar in! Di vê gotinê de PKK bi eşkere banga şerê birakujîyê dike. Lê Barzanî qet rê nade tiştek wesa çêbibe. Çunkî ew bi xwe dibêje: Carek din qet nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rêştin.

Lê hemî Kurd dizanîn şerê dijî PKKê ne birakûjî ye. Belkî paqijkirina Kurdistanê yê. Şerma herî mezin ev e ku Kurd rê bidin Tirkek ji bilî miletê Kurd biryarê bide û bibe berderkê wan. Bi taybetî jî Kurdên Bakûr. Hîna jî xwîna wan Kurdan hişk nebûye ku di şerê xendeqên PKKê de jiyana xwe ji dest dane.

Ji niha de armanca serekî ya PKK û YNKê ev e; li vê navçeyê şerekî din ê birakujî çêbibe. MÎT li Qendîlê û ÎTLAAT jî li Silêmanîyê agirê vî şerî xweş dikin û Kurdan tevlihev dikin. Rewşenbîr û gûbirên wan jî bi Tûmenêm Îranê û Lîreyên Tirkî weke hirç û hovan devê xwe bi Hikûmeta Kurdistanê dilewitînin. Lê çawa Hêza Pêşmergên Kurdistanê 16ê Cotmehê devê sê leşkerên dagirkeran û xulamên wan şikandin, rojek wê van cehşan jî bişînin mala bavê wan Ankara û Tehranê. Kurdistanê ji kirêtîyê paqij bikin.

Hewlêr

About The Author