
Ev demek dirêj e ku deng ji Kurdên Bakur û partîyên wan dernakeve. Berî nexweşîya Koronayê jî ketibûn temara mirinê û deng ji kesî nedihat. Korona yekcar ji wan re bû mahne û tu dibê qey îsotên Ruhayê xwarine, kerr û lal bûne.
Trimbêla Sofî Xelef jî wek siyaseta me Kurdên Bakur jihevde ketiye, tertoqî û bi teqlan dimeşe. Gelek caran jî stop dike û bi dahfan dimeşe. Bûjî û baterî kevn bûne, motor geh dişuxule geh dixan û dûmanê derdixe. Dîreksîyon ji cîh derketiye û şofêr jî nizane wê berê trimbêla şoreşê bide ku..Xuyaye ji me re Mersedesek sifir kîlometre lazime..

Berdevkê gelê Kurd dîsa li zirnê xist
Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt