Çê kiro bi xwe kiro, xirab kiro bi xwe kiro

Nûrî Çelîk

Destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û pê re girêdayî nêzîkbûn û hevkarîya hêz û partîyên Rojavayê Kurdistanê, bûne dirî û kelem û di çavên neyarên Kurd û Kurdistanê de radibin. Têkbirina destkeftîyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji dagîrkeran re, herweha ji partîyên taşeron û xêrnexwazên Kurdistanê re jî bûne serêşandin û ev partîyên xêrnexwaz ji bo têkbirin û tunekirina van destkeftîyan, îro di rêza dagîrkeran de cîh digrin û bi navtêdan û piştgirîya wan êrîşên dijminane dibin ser destkeftîyan Başûr û Rojava.

Piştî lihevhatina Hewlêr û Bexdayê ya li ser aramîya Şingalê, êrîş û dijminatîya PKK û çapemenîya wê ya li hember PDK û Barzanîyan zêdetir bû. A balkêştir, çapemenîya dewleta Tirk û çepên Tirk jî bi heman êrîşan dijminatîya pêşmergeyên Kurdistanê, PDK û Barzanîyan dikin. Ango, çapemenîya PKK, dewletê û çepên Tirk ji heman kozikê şerê pêşmerge, PDK û Barzanîyan dikin û di encamê de PKK êrîşî pêşmerge kir û xwîna pêşmerge rijand. Helbet di van provokasyon û êrîşan de divê rola Îranê jî neyê jibîrkirin.

Me berê jî gotibû, hewce nake em bi dûvdirêjî behsa PKK û kiryarên wê bikin. PKK ji roja roj de ji bo yek armancê derket holê. Ew jî astengkirin û têkbirina destkeftîyên tevgera rizgarîxwaza milletê Kurd e. Û sedema ku PKK li her çar beşên Kurdistanê bi cîh bûye û dijminatîya netew-dewletbûna milletê Kurd dike jî ev e. PKK di xeta xwe de zelal e û baş zane bê çi dixwaze û çi naxwaze. Baş zane armanca wê çi ye û ne çi ye. Esas a girîng û aloz ev e ka PDK û Barzanî çi dixwazin û zêdeyî 40 salan e çima ewqasî giringî dane PKK û alîkarîya wê kirine. PDK a ku PKK li Başûr bi cîh kir, pare û çek danê û heta bi radeyekê şirîkê gunehên PKK ye, wê çawa ji vê bela ku wê bi destê xwe anîye serê xwe rizgar bibe, ne diyar e. Lê tiştek eşkere û zelal e. Heta PKK li Başûr be wê PDK û Barzanî nikaribin bi rehetî razên û rakevin. Heta PKK li Başûr be wê nikaribin xwe ji şerê navxweyî rizgar bikin. Siyaseta germik û nermik û mitewazîbûna PDK û Barzanîyan PKK xurttir û wêrektir dike. PKK bi zora çekan xwe li ser serê milletê Kurd hatiye ferzkirin û divê neyê jibîrkirin ku ne bi zorê be jî dev ji kiryar û êrîşên xwe bernade. Helbet em ne alîgirê şerê navxweyî û brakujîyê ne. Lê mixabin rastîya tehl ev e.

Encamên hilbijartinên Amerîkayê îro sibê wê eşkere bibin. Tam di vê dema ku çavê Kurdan û dinyayê li ser hilbijartinên Amerîkayê ye, PKK êrîşî karmendên gumrikê û pêşmergeyan dike, wan dikuje û borîya petrola Kurdistanê diteqîne. Ev provokasyon û kujtin tev ji bo destpêkirina şerekî navxweyî tên kirin û bê guman tirsa serkeftina Joe Biden jî di van provokasyon û êrîşan de heye. Joe Bîden wek dostê Kurdan tê naskirin û heke wek Serokê Amerîkayê bê hilbijartin, tirsa PKK û dewletên li pişta wê ev e ku Joe Bîden zêdetir piştgirîya Kurdan bike û rê ji serxwebûna Kurdistanê re veke. Ji ber vê yekê, bi provokasyon û dixwazin di vê dem û pêvajoya hesas û zîz de PDK û Barzanîyan bikşînin nav şerekî navxweyî û aramîya Başûrê Kurdistanê têk bibin, da ku şert û mercên Kurdistanek serbixwe bên lipaşxistin yan jî ji holê bên rakirin.

Milletê Kurd û bi taybet jî PDK û Barzanîyan ji destê şerê navxweyî û brakujîyê pir kişandine, pir êşiyane. Ev bê guman e. Lê carna hesabê sûkê û malê li hev dernakeve û bela tê devê derîyê meriv. Di vir de du rê li ber PKK û PDK û Barzanîyan hene.
Yek: Yan divê PKK rêzê ji Hikûmeta Kurdistanê û biryarên wê re bigre û di bin sîwana biryarên hikûmetê de tev bigere, xwe ji provokasyon û êrîşan dûr bigre. Yan jî divê terka Başûrê Kurdistanê bike û ji wir derkeve (ku ev jî xeyal e).
Didu: Yan divê PDK û Barzanî qîma xwe bi rewşa niha û êrîşên PKK bînin û wek her carê bêdeng bimînin, yan jî divê dev ji siyaseta nermik berdin û destkeftîyên Başûrê Kurdistanê qurbanî PKK û siyaseta wê nekin. Heger PDK û Barzanî nexwazin Başûr jî wek Bakur kavil û wêran bibe, divê kumê xwe deynin ber xwe û çareyek bingehîn ji vîrûsa Corona re bibînin.

About The Author