Serdana Erdogan, adet û qebhet

Nûrî Çelîk

Serokkomarê Tirkîyê R.T.Erdogan piştî 13 salan serdana Bexda û Hewlêrê kir û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtinek kir. Erdogan bi merasîm û bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin û di meqamê mazûrvanên Kurd e di bin wêneyê M. Mistefa Barzanî û di bin sîya ala Kurdistanê de rûnişt. Evê yekê dilê dostan xweş û dilê xêrnexwaz û neyaran jî reş kir.

Berî serdana Erdogan bi rojekê kolanên Hewlêrê bi alên Kurdistan, Iraq û Tirkîyê hatin xemilandin. Heke ne fotomontaj be, keleha Hewlêrê jî seranser bi ala Tirkîyê hat neqişandin. Evê yekê fersendek mezin xist destê xêrnexwaz û dijberên Herêma Kurdistanê û wek her carê PDK û Barzanî bi xiyanet û xwefiroşîyê tohmetbar kirin. Helbet hesasîyetên Kurdên Bakur hene, hikûmeta ku tiştên nedîtî anîye serê Kurdan di hiş û dilê Kurdan de brînên mezin vekirine. Ji bo kesên ku rojane difikirin û têkilîyên siyasî yên dewlet û nîvdewletan tevlihev dikin, dibe ku daliqandina ala Tirkîyê wek heqaretê qebûl bikin. Lê divê em ji bîr nekin ku Başûrê Kurdistanê federasyon û nîv dewlet e. Xwedîyê serok, parlamento, serokwezîr, artêş û zagonan e û di qada navnetewî de wek dewlet û bi hişmendîya dewletbûnê tev digere.

Kes yan alîyên ku PDK û Barzanîyan bi têkildarî û hevkarîya Erdogan û hikûmeta wî tohmetbar dikin, ji bîr dikin ku yên li dijî dewletbûna Kurdistanê ne ew in, yên sînorên dewletên dagîrkir diparêzin ew in, yên di parlamentoya Tirkîyê de li ser şeref û namûsa xwe û ji bo yek al, yek millet, yek welat, yek dewletê sûnd dixwin ew in. Yên ku dibêjin ala Tirkîyê ala me ye jî ew in. Yên ku ji xezîneya Hikûmeta Erdogan mûçe û alîkarîyê distînin ew in. Û yên ku bi plan û proje Kurdistanê ji Kurdan vala dikin, Kurdan asîmîle dikin û bi dewletê ve pîne dikin dîsa ew in. Ev tev ne xiyanet in, lê têkilîyên PDK û Barzanîyan wek xiyanet bi nav dikin. Yanî, şûjina di çavê xwe de nabînin lê derzîya di çavê PDK de wan aciz dike.

Dewlet helbet wê serdana hev bikin ku karibin pirsgirêkên xwe yên hevbeş gotûbêj bikin û heger nakokî hebin li çareserîyan bigerin. Aqil û hişmendîya dewlet û dewletbûnê cuda ye, ya şexsî, malbatî û partîtîyê cuda ye. Tiştê ku ev kes û alî fêm dikin lê xwe li kerr, kor û lalbûnê datînin û dixwazin girseya xwe û Kurdên Bakur pê di xew re bibin ev e. Veşartin û bincilkirina rastîyan e. Yanî, her tişt ji wan re mubah û adet e, lê ji xelkê re xiyanet û qebhet e.

Wek her beşerî, wek her partîyê, wek her hikûmetê, helbet wê kêmasî û xeletîyên Hikûmeta Başûr, PDK û Barzanîyan jî hebin. Ev dikarin bên rexnekirin. Lê heger hûn rabin bi navê rexnekirinê di kesayetîya PDK û Barzanîyan de neyartî û dijminatîya destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û xeta dewletxwazîyê bikin, ev dibe neyartî, dibe xiyaneta herî mezin. Çawa ku PKK û Öcalan dikarin bên rexnekirin, PDK û Barzanî jî dikarin bên rexnekirin. Lê her tişt di sînorê xwe de maqûl e, her rexne ji bo başî û çakbûnê dive bên kirin, ne ji bo xerabkirin û dijminatîyê, ne ji bo parçekirin û neyartîya Kurdan.

Di salên borî de gelek caran rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê (PDK û Barzanî) hatin Tirkîyê û li Enqerê ji alî Erdogan û rayedarên hikûmetê ve bi alên Tirkîyê, Iraq û Kurdistanê hatin pêşwazîkirin. Ewên ku îro PDK û Barzanîyan bi têkildarîya Erdogan û AKP tohmetbar dikin, wê demê jî agir ji devê wan dibarîya, pêşwazîkirina bi ala Kurdistanê li zora wan diçû û Barzanî bi xiyanetê tohmetbar dikirin. Di vir de dixuye ku neyartî û dijminatîya wan ne li dijî PDK û Barzanîyan e, li dijî ala Kurdistanê û xeta netewî, xeta dewletbûna Kurdistanê ye. PDK û Barzanî ji bo wan tenê mahne û hincet in. Tirs û neyartîya wan a herî mezin xurtbûna xeta netewî û Kurdistanîbûnê ye. Al nîşana milletbûn, nîşana mizgînîya dewlet û dewletbûnê ye. Dijberîya ala Kurdistanê dijberîya dewletbûna Kurdistanê ye. Ji ber vê, gotina ku dibêjin “ev ala ala Barzanîyan e ne belasebeb e”.

Werhasilî kelam, pirêze pir zelal e. Pirêza PDK û Barzanîyan jî li ber çav e, ya neyarên Barzanîyan jî li ber çav e. Pirêza PDK û Barzanîyan ala Kurdistanê ye, federasyon e, referandûma serxwebûnê ye, û di pêşerojê de dewletbûn e. Ya neyar û dijberên wan jî valakirina Kurdistanê, koçberkirina bi milyonan Kurd, kujtina Kurdan, asîmîlekirin, paraztina sînorên dagîrkiran û neyartîya Kurdistanek serbixwe ye wesselam…..

About The Author