Kilîlîlîlîlîlî, niha serok muxatab e!‏

Ev 30 sal in me hevaller û yoldaşlaran li ber xwe dida ku em serokê xwe bi Tirkan bidin qebûlkirin. Serê gavê binê gavê, deqe û saetê, şiyar û raketî me got: “Serik Apo, binik Apo”, “Bi can, bi xwîn, bi hestî û bez, tu here em bi te re”.

Me got, serok nûnerê me, bavê me û bapîrê me ye. Ew nûnerê zarokên me, neviyên me, nevîçirçirkên me ye.

Me got, li ser erd û li bin erdê, li asîman û di deryayên kûr de, li çep û rast, li buhişt û dojehê serok îrada me ye.

Ji bo ku ew wek muxatab bê qebûlkirin me li bajaran bi milyonanan îmza kom kirin, me xwe şewitand. Di rojiyên birçîbûnê de em ji nêza mirin, em felc û seqet bûn, lê em ji ya xwe nehatine xwar: “Yan hûnê serokê me wek muxatab qebûl bikin, yan em ê jiyanê li xwe bikin kirafî”.

Di dawiyê de çi bû?

Biraderên me yên Tirk, piştî ku çend salan xwe giran kirin, bi sala nû ya 2013ê re gotin ”baş e qardaşim, tenha muxatab Serok Ocalan”.

Îca wê çawa çêbe?

Ma wiha dibe?

Niha hevaller û yoldaşlerên ku ev 30 sal in qirik li xwe zuha kirin da Ocalan wek tenha muxatab bê naskirin, mîna zaroka ku şekirê wê jê hatibe standin şaş mane. Geh dibê „Ew nûner û îrada me ye, geh dibê ew girtî ye,  nabe em BDP û Qendîl jî hene û geh dibê lazim e pirek di navbera Îmralî û Qendîlê de bê avakirin û ji her seriyekî sê-çar deng derdikevin.

Wey bavooo, bê van dijminên pîç çi anîn serê me!

Me 30 salî têkoşîn da heta ku me Apo kir muxatab û bela serê xwe, 30 salî jî divê em têbikoşin da em wî ji belatiya serê xwe derxin.

Ya Rebî, tu li halê vî gelê belengaz bê rehmê!


About The Author