• Nivîseke şolî

    Binivîsînin! Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin. Li dij vê tevgerê derdiketim, lê na… Êdî wek berê nafikirim. Divê her kes binivîsîne; çi baş, çi xerab, hîç ne girîng e, divê her kes...
  • Kurd û xwedê

    Doh… Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribûn û bi Xwedê re peyman çêkiribûn; heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya; na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her kes li mala xwe bû… Li Çîyayê Mazî gundîyek bizinan xwedî dike. Gundîyê me piçekî timakar e; destê wî li...
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!…

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê min li televîzyonê ye, lê televîzyon girtî ye. Ji xwe çend roj in min li televîzyonê temaşe nekiriye. Hin caran...
  • Li ser pîyan…

    Qasî bîst metreyan ji min wêdetir, li ber şibakeya pencereyê, li ser kursîyeke li ber maseya xwarinê rûniştibû, bi zimanekî biyanî bi telefonê bi kesekî din re diaxivî jina ciwan. Min got “ciwan” hûn bi soranî fêm bikin. Di soranî de, ciwan tê wateya xweşik. Ew sitrana “çawî ciwan...
  • Maddeya 140 û bêhelwestîya siyasetmedarên Başûr

    Siyaset, birêvebirin û birêkûpêkkirina kar û barên dewletê ye û hişmendîyek taybet jê re dive. Polîtîka jî hemû kiryar û çalakîyên ku ji bo millet û civakê tê kirin e. Siyasetmedarên ku nikaribin xwedî li berjewendîyên welatê xwe derkevin û wan berjewendîyan têxin bin xizmet û desthilatdarîya milletê xwe,...
  • Ruhê koletîyê Kurdan diduruvîne

    Sîrac Oguz Neyarên Kurd û Kurdistanê, dîsa dest bi fen û fêlbazîyên dîrokî dikin. Dixwezin di nav milletê Kurd da, dubendî û îxanetên mezin pêk bînin. Gava ku milletê Kurd pirsgirêkên di nav xwe da çareser dikin, neyarên Kurdan jî dest bi fêl û fêlbazîyê dikin. Pirsgirêk û dubendîtîyê...
  • Tu yeman bûyî yabo

    Sal 1980 ye. Eskerîyê darbe kirîye, agir bi erdê ketîye. Şerê çepgir û rastgir û kurdgiran e. Li kuçe û sikak û kolanan, mîna mişk û pisîkê, xort li kuştina hev digerin… Bavê min ne çepgir e, ne rastgir e; ji ber dijminantîyê kurdekî mahkûm e û ji bo...
  • Metrobus

    Ez di dîn û dîyaneta Stenbolê nim. Û piçika mixê meriv hebe, meriv tenê deqeyekê jî li Stenbolê nasekine. Qey hema xalê min Xwedê çeneke baran bi ser Stenbolê de dibeliqîne, trafîqa wê dibe kafirkeratî; tu yê sûnd bixwî kes di mal de nema ye, her kes rêwî ne...