Dersim li Kurdistanê ye, lê ne Kurdistanî ye

Dara Bîlek

Li Dersimê hilbijartinên şeredariyê xwedî nirxekî gelek taybet bû. Dersim bajarek li Kurdistanê ye, xelkê li Dersimê dijîn Kurd in û piraniya wan wek mezhebî Alewî ne. Dersim bajarek li Kurdistanê ye lê mixabin Dersim ne Kurdistanî ye. Di vê tesbîtê de dema hilbijartinên herêmî li Dersimê bêne nirxandin, pirsa Kurd ji bo Kurdekî gelekî girîng e. Ji ber ku rewşa siyasî li Dersimê ji Kurdbûnê û ji Kurdeyatiyê dûr e. Eger Kurdistanîbûn wek pîvan bê girtin tu taybetmendiya Dersimê namîne û hilbijartinên Dersimê jî wek her deverekê bû.

Li Dersimê du alî di hilbijartinan de li berhev didan. Berbijêrê Partiya Komunist a Tirkiye û li himber vê jî berbijêrê HDP ê ku du partiyên çepên Tirk wek EMEP û ESPê jî pişgiriya HDPê dikiran, derbas bû.

Di dema propaganda hilbijartinan de berbijêrê Partiya Komunist da xuyakirin ku, serkeftina me ne windabûna HDPê ye, serkeftina wan jî ne windabûna me ye. Berbijêrê Partiya Komunist Fatih Maçoglu dixwest tundbûna navbera xwe û berbijêrê HDPê de ji holê rake. Li himber vê daxuyaniya Maçoglu jî endamê reveberiya PKKê Ali Heyder Kaytanê ji Dersimê bersiv hat. Kaytan di nivîsa xwe ya rojnameya Ozgur Politikayê de, da xuyakirin ku bila Maçoglu dev ji berbijêriya şeredariya Dersimê berde û pişgiriyê bide berbijêrê HDPê. Kaytan bi awayek din Maçoglu tehdît kir.

Di encama hilbijartinan de Maçoglu %32.7 deng anîn û serkeft. HDPê % 28.2 deng destve anîn û hilbijartin winda kir.

Lê nirxandin û şiroveyên di derbarê hilbijartinên Dersimê de berdewam in. Wek Kurdekî mirov van minaqeşeyan dinêre û dibêje heyf û sed mixabin, li Dersimê Kurdistanîbûn û Kurdewerî tuneye, çepitî û bi vê yekê ve girêdayî pirsa mezhebî serdest e.

Li Dersimê navbera HDPê û Partiya Komunist de pirsek ideolojik hate gotubêj kirin, kesekî pirsa Kurd wek babetek girîng ne nirxand û heta ji binî behsê jî nekir. Ji bo vê yekê ha Dersim ha bajarek li qiraxê devera Trakya qet ferq tuneye.

Hinek aliyên siyasî yên Tirk bi gelek zanebûn pirsa Kurd tenê bi HDPê ve girêdidin, di bingehê xwe de ev derdor gelek bi zanebûn vê yekê dikin û naxwazin pirsa Kurd li ser bingehê Kurdistanîbûnê bê gotubêjkirin. Ji bo wan pirsa Kurd ne pirsek netewî ye, tenê pirsek civakî ye.

Ji bo vê cardin gelek mixabin Dersim li Kurdistanê ye , lê ne Kurdistanî ye, Dersim Kurd e lê ne Kurdperwer e, Dersim li ser bingehek îdeolojik û mezhebî siyasetê dike.

Dersim nawenda sosyalizmê ye……Ne nawendek Kurdistaniyê ye….Sosyalizma Dersimê neteweyiya Kurdeyatiyê red dike…..

About The Author