Serdana PWK û helwesta PDK

Nûrî Çelîk

Gotinek heye dibêjin „Ji ber devê me ji şîr şewitî ye, em pif dew dikin“. Bi giştî devê me Kurdan û bi taybet jî devê me Kurdên Bakur ji gelek tiştan şewitî ye. Ji ber vê, em gelek caran bi şik, bi tirs, bi guman û bi hesasîyet nêzîkî bûyer an jî têkilîyan dibin. Gelek caran têkilîyên erênî û baş jî bi me re tirs û xofê çêdikin, pirs û pirsgirêkan di serê meriv de diafirînin. Ev jî ji ber ku devê me ji şîr şewitî ye û em dibêjin qey wê dewê cemidî jî devê me bişewitîne.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) vê mehê serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi Serok Barzanî û Polîtburoya PDK re hevdîtin kirin. Heyeta PWK wek heyetek dewletê hat pêşwazîkirin, qedir û qîmetek mezin, rêz û pêşwazîyek balkêş jê re hat kirin. Birastî vê yekê pir bala min kişand. Tu partîyên Bakurî heta îro bi vê rêz û bi vî qedrî nehatiye pêşwazîkirin. Vê yekê hem ez kêfxweş kirim, hem jî ez tirsandim. Gelo ev pêşwazîya germ a PDK ji bo Kurdên Bakur nîşana nêzîkbûn û siyasetek nû ye, yan jî di binê wê de nêt û siyasetek neyînî û veşartî heye, ez xistim nava fikar û gumanan.
Têkilîyên partîyên Kurdistanî helbet şert e. Em zarokên millet û welatekî ne. Têkilîyên dostanî û brayetî wê di nav partîyên Kurdistanî de hebin û divê hebin. PDK îro li Başûr nîvdewlet e.

Têkilîyên wê yên bi dewletên cîran re, bi taybet bi Tirkiyê re helbet tê fêhmkirin. Ji ber çar hawîrên wê bi neyar û xêrnexwazên wê ve hatiye dorpêçkirin, têkilîyên wê yên bi Tirkiyê re, nêzîkatî û mesafeya wê ya bi rêxistin û partîyên Bakur re jî helbet tê fêhmkirin. Paraztina destkeftîyên PDK û Başûrê Kurdistanê bêguman erka her Kurdê welatperwer e. Ev ne minnet û sergiranî ye, erk û wacibê Kurdayetîyê ye. Herweha xwedîlêderketin, destek û piştgirîya tevgera welatparêz a Kurdên Bakur jî divê ji hemû Kurdan re, ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî ji PDK re erk û wacibek netewparêzî û Kurdayetîyê be. Incex bi vî rengî, bi vî şêweyî Kurd karin nêzîkî hev bibin, dostanî û bratîya xwe xurt bikin û xwedî li hev derkevin.

Bakurê Kurdistanê parçê herî mezin ê Kurdistanê û Kurdên Bakur jî bi hejmara xwe ya 30-40 milyonî Kurdên herî zêde ne. Ev yek pir girîng e. Pêşketin û xurtbûna tevgera azadîxwaz a Bakurê Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê zêdetir ji bo xurtbûn û paraztina tevger û destkeftîyên parçeyên din girîng e. Di nav dagîrkirên Kurdistanê de dewleta ku herî zêde dijminatîya Kurd û Kurdistanê dike dewleta Tirk e. Jar û lawazbûna wê, lawazkirina wê li xêra her çar parçeyên Kurdistanê ye. Xurtbûn û pêşketina tevgera azadîxwaz a Bakurê Kurdistanê tê wateya astengkirin an jî kêmkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser parçeyên din. Ji ber vê girîngîyê, dewleta Tirk di zanebûna vê yekê de bû û bi projeyên 50-100 salî hesabê van rojan kir, tevgerên azadîxwaz û netewî ji holê rakir û rêxistinek wek PKK kir bela serê Kurdan. Yanî, dewleta Tirk girîngî û giranîya Kurdên Bakur dît û bi plan û projeyek dûvdirêj, bi rêya PKK destê xwe dirêjî parçeyên din ên Kurdistanê kir. Ev yek.

Baş e, PDK a ku partîya herî kevnar û xurt bû, partîya ku doza Kurd û Kurdistanê dikir, çima ev yek nedît, çima girîngî neda xurtkirin û pêşxistina tevgera azadîxwaz a Bakurê Kurdistanê? Çima di vê derbarê de û ji bo selametîya xwe stratejîyek dûvdirêj neda ber xwe û hesabê îro nekir? Çima li Bakur alîgir û baregehên xwe xurt nekirin û meydan ji dek û dolabên dewleta Tirk û PKK re hişt? Ev hemû pirs in, pirsên girîng û jiyanî ne. Heger ji roja roj de PDK stratejîyek giştî-Kurdistanî dabûya ber xwe û bi plan û projeyên dûvdirêj hesab li ser Bakurê Kurdistanê bikira, belkî ewqasî raserî êrîşên dewleta Tirk û PKK nehata. Rast e, Tirkîye ji PDK re derîyê Rojava ye, derîyê NATO û dewletên Rojava ye, ji bo hebûna xwe û berjewendîyên Başûr tucarî nexwestiye navbera xwe û dewleta Tirk xirab bike. Ev tê fêhmkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku tu hesabên te li ser Bakur û Kurdên Bakur tunebe. A ku ez rexne dikim bêhesabî ye, bê plan û projetî ye, sersarî û xemsarîya PDK û parçeyên din e. Xeletîya ku li Bakurê Kurdistanê kir, li Rojava jî kir. PDK ne li ser |Bakur, ne jî li ser Rojava tu hesabê pêşerojê nekir. Çawa ku li Bakur meydan ji PKK re hişt û ji xwe re alternatîfek ava nekir, li Rojava jî heman xeletî kir û meydan ji wan re hişt. Yanî, stratejî û hesabek wê ya li ser Kurdistana mezin çênebûye û xuyaye îro jî tuneye.
Mesela ku em dibêjin „devê me ji şîr şewitî ye, em pif dew dikin “ ev e. Ev tirs e, ev şik û guman e. Ev xeyalên şikestî ne.

Wek min li jor jî got, hevdîtin û pêşwazîkirina PWK û PDK hem ez kêfxweş kirim, hem jî tirsandim. Sedema tirsa min ji ber van sedemên ku min li jor gotin. Mixabin PDK heta îro bi helwest û siyasetek neyînî û negatîf nêzîkî Bakur û Kurdên Bakur bûye. Bi germî pêşwazîkirina heyeta PWK her çiqasî piçekî dilê min û Kurdên Bakur xweş kiribe û hêvîyek dabe me jî, em hîna bi tirs in. Tirsa şewata şîrê germ û pifkirina dew.

Bi vê minasebetê ez hevdîtina PWK û PDK û pêşwazîkirina ku li PWK hat kirin pîroz dikim. Hêvîdarim PDK ji îro û pê de hesaban li ser Kurdên Bakur bike, tevger û partîyên netewparêz û Kurdistanî xurt bike, wan bi tenê nehêle û di qada herêmî û navnetewî de xwedî li Kurdên Bakur derkeve.

Û dîsa hêvîdarim ku aqûbeta PDK Bakur neyê serê PWK jî..

About The Author