Bafilê me lotikek wek şîr û şekir avêt

Mistefa Kerkûkî

“Divê em ji bîr nekin ku çarenivîsa me Kurdan yek e.”

Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, ji bo salvegera 36an a Komkujîya Helebçeyê peyamek belav kir û di peyama xwe de lotikek xweş û wek şîr û şekir avêt.

Bafil Talebanî di destpêka peyama xwe de şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî, kelegirî bû û got:
“Em di roja bibiranîna vî sûcê mezin de gazindar in ku xizmet kêm in”.

“Diviyabû bibûya dersek mezin”

Serokê pir mezin û gewre bi şeş telaqan sûnd xwar û got ku, “Diviyabû kîmyabarana Helebçeyê ji bo Kurdan bibûya ders û şîretek mezin lê nebû. Diviyabû em hemû ji bo avakirina hêvî û pêşerojek geştir û bi rihekî niştimanî bixebitin”.

Ê wele qurban em jî heman tiştan dibêjin lê kes bi ya me nake ma em çi bikin kaka…

Axir, serokê gewre berdewam kir û got:
“Pêdivîya Kurdistanê bi yekîtî û yekrêzîyê heye, ne bi dûrketinê. Divê em cudahiyan ji bo bixin xizmeta berjewendîyên hevpar û ji bîr nekin ku çarenivîsa me Kurdan yek e”.

Aha ev gotin wek ayeta quranê pîroz in.

Lê ka yê ku guh bide me û te kaka!

About The Author