CHP bi xêra Kurdan tir ji AKP berda

Av. Ezîz Dîlan

Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adara 2024an xelas bû û herkes gîha meqsed û miradê xwe. AKP a ku hek her carê dixwest bi lotikên kesanedî û bi dek û dolaban hilbijartinê qezenc bike, di bin de ma û CHP bi lotik û zîtirkan zora AKP bir, piranîya bajar û bajarokan xist destê xwe.

Helbet CHP wek carên berê dîsa bi xêra lotikên Kurdan bi ser ket. Kurdên ku mihafazakar bûn û bi salan piştgirî didan AKP dev jê berdan û serî li AKP û reîs gerandin.

Êêêê, îcar go reîs tire ji Kurdan berde û heyfa xwe ji wan hilîne ne heqê wî ye babam!

Heger di dema xwe de Seloyê me negotiba “Senî başqan yaptirmayacagiz” ma niha evqas bela, evqas teq û req dihat sere Kurdan, na. Piştî vê gotina Selo reîs serşûnikê Bahçelî kir şirîkê xwe û sed û bavek ji Kurdan re çêkir.

Aha îro jî heta jê bê wê dîsa sed û bavekî ji Kurdan re çêke û hewl bide ku şaredarîyên wan ji destên wan bigire. Provokasyonên li bajarê Wanê nîşana vê lotikê ye.

Werhasil, heta ku serkundirê Kiliçdaroglu serokê CHP bû CHP 12 caran di hilbijartinan de winda kir. Piştî ku gayê pîr çû û ciwangeyekî ciwan wek Ozgur Ozel kirin serokê CHP, xelkê piçekî bahwerî bi CHP anî û di vê hilbijartinê de bi ser ket. Gerçî ji Kurdan re ferqa CHP û AKP tuneye, yek Kemalîstê sor û yek jî Kemalîstê kesk e, lê dîsa jî qezenckirina AKP belkî zêdetir di xêra Kurdan de bûya. Çima? Ji ber ku AKP Tirkiye û civaka Tirk aloz dikir, cuda dikir û têk dibir. Ev jî di pêşerojê de wê di xêra Kurd û Kurdistanê de ba.

Ez serê we neêşînim kezebno, dawet ferikî û berbûk hetikî. Her çiqasî Kurdan di bin sîwana DEM partîyê de di 3 serbajar û 10 bajaran de biserketibin jî, di pêşerojê de wê çi bê serê wan kes nizane.

Ji xwe ez behsa partîyên derveyî DEMê nakim, ewên ku ji xwe re dibêjin Kurdistanî. Ew li gepa hazir û bê berdêl digerin. Ê helbet bi xwezîyan kes negihaye baqê kezîyan. Divê ew partî jî wek CHP gayên pîr ji serokatîyê daxin û conegayên ciwan bînin serê partîyên xwe. Yan na bi allahwekîl roj bê wê hew karibin derkevin nava civaka Kurd jî…

About The Author