Çeqilmastê exlaqfiroş

Av. Ezîz Dîlan

Min xwelîser û çeqilmast dîtine, lê bi qasî hinek ji van wekîlên HDP xwelîser û çeqilmasttir nedîtine. Ne şerm û fedî bi wan re heye, ne bext bi wan re heye û ne jî wîjdan bi wan re heye. Ji bo ku Kurd doza serxwebûn û dewletek serbixwe nekin, di kodika tembûr û kemança wan de çi jehr û ziqûm hebe, belav dikin û jehrê vedirşin. Ew bi xwe di parlamentoya dewleta Tirko de rûniştî ne, mûçeyê xwe distînin û ling davêjin ser ling. Li dijî dewletbûna Kurdistanê ne, lê di parlamentoya dewletek dagîrker de xulamtîya wê dewletê dikin. Ji dewletbûna Kurdan re çavbeloq û êrîşkar in, lê ji dewleta dewletên dagîrker re kerr û lal in, kor û hitim in.

Aha ji we re mexlûqatekî din, Îbrahîm Ayhan!

Wekîlê HDP Îbrahîm Ayhan, di Twîttera xwe de dîsa êrîşî dewletbûnê kir û gotiye: „Dewlet bêexlaqîyek bi rêxistinkirî ye“. Yanî, dewlet bêexlaqî ye, kesên dewletê bixwazin bêexlaq in. Helbet vî gûyî ji bo Kurdan dixwe û qesda wî dewletbûna Kurdistanê ye, Kurdên dewletxwaz in.

Ê başe oxlim, madem dewlet bêexlaqî ye, tu di parlamentoya wê dewletê de çi dikî? Tu di wê dewleta bêexlaq de çi dikî? Madem dewlet bêexlaqî ye, çima tu dev ji parlamentoya wê dewleta bêexlaq bernadî? Yan dewletên dagîrker exlaqî ne, lê dewletxwestina Kurdan bêexlaqî ye?

Werhasilî kelam, exlaqfiroşên bêexlaq bi saya serê Kurdên xwelîser bûne xwedî exlaq, xwedî meqan, xwedî pere û bêexlaqîya xwe ji Kurdan re dikin mal wesselam..

Enqere

ibrahim ayhan

About The Author