Wê fêhm kir û wan fêhm nekir

Av. Ezîz Dîlan

Ha demokratîk cimhûrîyet û ha demokratîk jehr û ziqûm. Ha bratîya xelkan û ha jehr û ziqûm. Tu dibê qey barê demokrasî û bratîya xelkên cîhanê tev ketiye ser milê me Kurdên xwelîser. Ka xelkên din dibêjin „demokratîk Kurdistan cimhûrîyetî û bratîya Kurdan?“. Herama xwedê be..

Axir…

Parêzera Tirk Eren Keskîn, beşdarî civîna DSIP (Partîya Sosyalîst û Karkirên Şoreşger) bû û li ser Marksîzmê axivî. Erena me li ser kemalîzmê jî axivî û çend lotik li Kemalîzmê û siyaseta Kemalîzmê xist, tir ji Kemalîzmê berda.

Eren Keskin xanim vir de çû, wê de çû, piştre gotin anî ser HDP û mîrkutek li nav serê HDP jî xist.

Eren Keskin çi bêje başe?
Got: „Gotinê wek „me komara Tirkîyê bi hev re ava kir“ ne rast e. Ez HDP wek projeyek nerast dibînim. Ez van gotinên HDP jî fêhm nakim. Komara Tirkîyê li ser înkar û tunekirina nasnameyên ji derveyê Tirk-îslamê hat avakirin. HDP çawa vê komarê diparêze û xwedî lê derdikeve, ez fêhm nakim allahwekîl“ û pê de çû.

Belê, parêzera mafê mirovan Eren Keskin bi xwe Tirk e û komara xwe rexne dike. Lê çi hikmet be hinek Kurdên me wek şîrêza Bulgaristanê xwe bi vê komara xwînmij ve zeliqandine û dixwazin temamê Kurdan jî wek xwe pê biherimînin.

Hûn dibê ew Kurdên me wek Eren Keskin dîroka komara Tirkîyê nizanin?

Yan jî zanin lê li hesabê wan û pêşewayên wan nayê?

Enqere

About The Author